Rojên giran li Kurdistanê diqewimin. Hisar û dorpêça Kelha Dimdima Hevdem Kobanî berdewam e, pê re jî, giyanê siwariyên Medî, neviyên Ristemê Zal û Xanê Lepzêrîn têkilî giyanê pak ên pakrewanên Kurdistanê dibe û li devê Firadê destanên lehengiyê li rûyê vê sedsala “qehbe” ya dinyaya bo kurdan “ker û lal” diqîre/dinivîse.
Ev zêdetirê bîst û pênc rojan e, agir bi ser Kobanîyê de dibare û dawiyê pihêt û guriya vî agirî peşikî Bakurê Kurdistanê û “dinya hejiya”.
Di serî de li Amedê, li hemû bajar û bajarokên Bakur, ji heft heta heftê salî, her kes rabû ser piyan. Ava mend û hêdî rabû û bi carekê de wek lêmişt û lehiyê de seranser bajêr da ber xwe.
Balkêş bû, armanca vê girseya xweber rabûyî, yekser “dewlet û hemû dam dezgeh, sembol û nîşenayên wê” bûn; Ji aliyekî ve saziyên kapîtalîzma dirinde, ji aliyê din ve saziyên “dewleta dagirker” li ber hêrsa vê girseyê dibûn jajî û bi erdê re pahn dibûn.
Hêjayî gotinê ye, li ser rûyê erdê tiştê herî zehmet, bergirtina lehiya girseyan e; Girse zû bi zû xwe vêk nadin û ranabin ser piyan, lê gava rabûn jî, zû bi zû guhê xwe nadin çu kesî; çi kel û kula di nava wê de pengiyayî, bi carekê de derdikeve û ter û hişk, her tiştî dide ber xwe.
Ev du car e, ez dibin şahid ku Dewlet li Amedê, li ber vê girseya dilêr û çargurçik, wek pisîka bi xwe de mîstî, dikuskuse û bêçare dibe. Xuya ye, siberojê heke hato Kurdên Bakur biryara serxwebûnê da, standina Amedê ew çendî jî zehmet nabe; çimkî jixwe kelhe di hundir ve standiye.
Ligel vê, tiştên dûrê aqil jî qewimîn. Xuya ye, destekî tarî binve binve şivik di kuna mêşan re kir û ew arandin.
Ez tênegihîştim çima di vê gelemşeyê de, Hîzbullahî têkil bûn? Bi qasî ez dizanim; Ev Hîzbullah çi dew’e û doz digel Kobanî û DAÎŞê nîn e, heta Hîzbullah û DAÎŞ neyarên hevdu ne, Hîzbullaha li bakurê Kurdistanê bêhtir bi hevsarê Îranê ve girêdaye, wek hizr û bîr jî ew bêhtir xwe nêzî Bloka Îranê dibîne, heçî DAÎŞ e, hevrikê wê ye û wek “çav û pîvazê” ji hev aciz in û dikarin “xwîna hevdu fir bikin”, ez fam nakim, çima ew têkilî vê doza Bakur a navbera Dewlet û PKKê hatine kirin?!
Mesele çi be bila bibe, rast nîn e ku Kurd berê guleyan bidine hevdu, ev yek, tenê bi kêrî dijmin û dagirkerên Kurdistanê tê!
Dawîn, Kobanî çu carî naşikê, kurd tune nabin û neheqiya sedan sedan ku bi kurdan hatiye kirin, dê yek bi yek ji dev û difnên dagirkeran re bête derê. Ji îro pê de, tenê îstiqametek ber kurdan heye, divê hebe; Heta serxwebûn û azadiya Kurdistanê ji her alî ve herin pêş, herin pêş, herin pêş!
Weke şair dibêje; -Şefeqa xêrê ne dûr e!