Li Amedê govenda GEVERÊ

Omer Dilsoz

Rojeke tavîn. Bayekî zîk lê hûnik rûyê mirovî dipelîne. Gil û giya hema serê xwe dihilîne û bîşeng kate û bişkojên xwe vedike.

Adar bi hemû spehîtî û bi qewlê Geveriyan ‘cindîtiya xwe’ dibêje ‘Eve ez hatim!’

Li ser gazîkirina hevalekî gelekî hêja, roja Yekşema 10ê mehê ligel 52 xwendekarên ku piraniya wan di beşên cuda cuda yên Zanîngeha Dîcle ya Amedê de dixwînin, em beşdarî geşt û seyranekê bûn.

Piştî temambûna hemû rêwîyan a tijî otobûsekê helbet ewên navberê li ser piyan mane jî em ji bîr nekin, me xwe li Seyrangeha Bihûrka Hêştiran (Deve Geçidî) dît.

Saet gihîştibû 11.00ê.

Tavê tîna xwe baş dabû û li ser mêrg û çîmenê diteyisî.

Heta ber dergehê seyrangehê rê diçû, dergeh girtibû, me xwe di ser bend û dîwarî re avêt û bi wî rengî em ketin hundirê Qada Seyranê.

Ji bilî me piranî geştyar bi malbatî li gel xêzan û mindalên xwe hatibûn.

Helbet geştên xwendekaran taybet in û gelekî rengîn in.

Di nav wê xirecira dersan de, dawiya hefteyê bo wan dibe bêhnvedaneke xweş û moralê wan tê cih.

Helbet, di navbera hevbajariyên ku li heman bajarî dixwînin û gelekî hay ji hev nîne, ev dibe wesîle ku hevnasîn û hevgermbûn pêk bê û pireke nû di navberê de saz bibe.

Di seyranên weha de, tu reng û dengê xwe nîşan didî.

Jixwe mebest zelal e; deşarzbûn. 

Mirov dişê bêje ku Gever bi wê dînamîka xwe ya geş rabûbû û hatibû Amedê. 

 Çi ko, coş, dilgeşî, govend, stran, lawje û leyîzên goganê yên cur bi cur digel mirovhezî û mêvanperweriya Geverê seyrangeh girtibû bin şax û sîbera xwe.

Govenda Geverê ji zû de seyranvanên ku bo ku bêhna xwe vedin û hatibûn wê derê, li xwe civandibûn.

Di seyranekê de çi hebe, ew hebû helbet; govend û govend û dîsa govend.

Kurd bi govendê têne nik hev û bi govendê hemû pejan û striyên navbera xwe ji holê radikin.

Kurd bi govendê xwe îfade dikin; Weke ciwanên Geveriyan ku li seyrangeha Amedê Gever îfade dikirin.

Her tişt xweş, lê kula ku dilê min dax kir, li vê potansiyel û dînamîzma geş a ‘sloganîk’ kakil gelekî tijî nehate ber çavên min.

Dengxweş pir bûn, normal e jî; Gever devereke avîn, zozanî ye, hema bêje her kes dengbêj lê ji diya xwe dibe.

Erê pir xweş e, lê ji ber ku ev ciwanên me gelekî xwedanî li ziman û kultûra xwe nakin, gelek caran gotinên stranan ku ji ber kiribûn, ‘xelet’ digotin.

We reng e, heke ziman li nav jiyana te zindî nebe, bi demê re stran jî, çîrok jî, yarî jî, çi tiştê ji wî zimanî ligel te hebit weke çûçikeke zîz ji malxana hişê te koç dike û difire ber bi nediyariyan ve…

Cihê daxê bû, ku peşkên pişaftina reş min li vê derê jî dîtin.

Niha bi wî zimanê ku piraniya van gêncan dikarin pê stranan bêjin, lê nikarin pê kitêban bixwînin, ez nûçeya wan dinivîsim.

Gêncino, hûn dikarin bi vê nivîsa ku behsa we dike, gavê bavêjin ser derazinka Kurdiya çavbelek û hêdî hêdî serkevin nav ruh û giyana xwe a birîndar…

De ji we/me re qewet be :)     

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (18)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.