Dibêjin, li devereke dinyayê; di nav nizam parallel û meridyenên nizam çendan de, li ser nizam çend kîlometir ducareyê aqarekî mezin, welatekî bi deşt û çiya, xwedan kanî, robar û çemên boş heye.
Dibêjin û pê ve dikin ku miletek li ser axa vî welatî dijî û xeyala wan a herî mezin e ku rojekê bibînin, ewrên reş û tarî ku wekî mijekî bed ev welat sertapê vegirtiye, belav bibe, asîmanê wî bibe sayî û tîrojên rojê wekî mizgîniyekê li vî welatî bibiriqin.
Li vê cîhana ku her milet tê de bi nav û dengê xwe dijî, xelkê vî welatê di bin sîbera çar ewrên reş de bûyî çar nizar û çar berroj, xeyalekê di goşeyeke dilê xwe de xwedî dikin û nifş bo nifşê; Dê bo keçê, bav bo kurî vê xeyalê wekî mîrateke gelekî pîroz vediguhêze û dibêjê, “Min nedît lê belkî hûn bibînin, rojekê dê ewrên reş ji ser serê welatê me belav bibin û asîmanê azadiyê dê sayî bibe, roj dê li me hilavêje!”
Ev “xeyala serxwebûna Kurdistanê” ye. Çi xeyal li ser darê dinyayê ji vê xeyalê xweştir nîn in; Buhayê wê hindî hin giran û bêhempa ye, her roj keç û kurên herî spehî, yên ber dilê dayika xwe herî nazdar, ji bo vê “xeyala mezin” serî gorî dikin û axa pîroz a vî welatî bi xwîna wan a kel tê avdayîn.
Ev demeke dirêj bû, behsa vê xeyala xweş ji nav axaftinên serkirdeyên vî welatî ketibû û li şûna wê “biratî û pêkvejiyan” wekî alternatîf hatibûn ber behs û xeberdanê.
Felekê lêda, pêleke biharê ya tavîn ji çolistanên erebî ve, bi bayê başûr ber bi vî welatî ve gobilî û ruhiyeta bindestiyê ku ji ber pest û guvaşên dijwar tîr bûbû, hişt ku ev xeyala xweş careke dîtir bi dengekî bilind bête ser zar û zimanan.
Li gorî behs û axaftinan, “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka digel kanala BBCê de tekez li ser wê yekê kir ku divê hikûmeta Iraqê çareseriyekê ji pirsên siyasî yên Iraqê re bibîne û got, heger pirsgirêk berdewam bikin û Parlamentoya Kurdistanê jî biryara serxwebûnê bide ew dê wê biryarê binecih bike.”
Ev xeyala mezin ji bo başûrê vî welatê di bin mij û dûmanê de, wekî sîtavekê serî dihilîne. Nîşanên barînê ba, yên mirinê ta û yên SERXWEBÛNê jî yekitî û xebat e.
Êdî ron û aşkera ye ku “Kurdistaneke serbixwe” ne xeyal e, wekî hebûna roj û şevê rastî ye.
Lê xwezî kek Mesûd, ne wek bijêrkeke siyasî ku bêje, “heke li gorî nizam kîjan siyasetê tevnegerin” ev mijara serxwebûna bixista ber bazarê; Ma heke sibê rewşa siyasî ya Iraqê normal bû, qey ev maf dê hukmê xwe winda bike?
Gelek caran serkirdeyên me kurdan, BDP-PKK jî di nav de, vî zimanî bi kar tînin; Erê te fam dikim, siyaset e, manevra ne; tu hemleya xwe dikî, tu mercên xwe li ber çav dikî û filan û bêvan; Mirov dikare vana bi awayekî dîtir jî formûle bike; Wek pêdiviyên konseptê, konjonktûra cîhanê û pêl û bayê navçeyê/deverê û filan û bêvan… Lê her çi be jî, “ev xeyala xweş” mafê serxwebûan Kurdistanê wekî ŞÎRÊ DAYIKÊ li gerdana hemû kurdan HELAL e.
Jixwe heke KURD dest ji vî mafê xwe berdin, dê îxanetê li wê xeyala ku zarokên wan her roj ji bo wê gorî axa sar dibin, bikin.
Erê, mirov dikare bêje; “Kurdino, wele niha ji milê me nayê, em nikarin. Ji ber sedemên diplomatîk, aborî, siyasî û filan bêvan, en niha nikarin vê xewna we bikin rastî, lê ev nayê wê maneyê ku hûn dest ji vê xeyala şirîn berdin.
Ji bîr mekin; Mafê xeyalkirinê mafekî gerdûnî ye! Û vê jî li bîra xwe bikolin; Her xeyal bingeha projeyeke rastîn e. Rastî berê di kaniya xeyalê de dizên û piştre ew kanî diherike co û cobara jiyanê û pratîze dibe. Ango; zeviya azadiyê pê avî û avedan dibe.
Ma hûn ê bêbextiyê li xeyalên xwe bikin!?