Weke we jî ji çapemeniyê xwendiye û seh kiriye ku van du rojan (8 û 9ê Îlonê) li Amedê bi beşdariya sazî û dezgeyên bakur ên civakî bi lidarxistin û malovaniya KCDê, Konferansa Îslamê ya Kurdistanê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn konfersanek hate lidarxistin.
Hindî ku min çav lê kir û guhê xwe dayê, ez dişêm bêjim ku ev organîzasyona qelew gelekî mela û seydayên Kurd anîbûn ba hev. Hinekan jî bi dudilî û dilsarî xwe vehêla û hinekan jî bi dilekî xweş ku wekî bi salan e li benda helkefteke weha bin, ya nava dilê xwe rêtin.
A cihê dilxweşiyê ew bû ku zimanê konferansê û beşdaran ji sedî 99 hema bêje bi Kurdî bû û li ser rola melayan a nav civakê û bi taybetî destpêşxeriya wan a bo pêkanîn û serhevvebirina pirsên civakî yên kel bal hate kişandin û sersarî û xemsariya melayên Kurd a heta vê rojê ya di pêşketina doza neteweya kurd de jî hate vegotin û her kesê axivî piçekî jî bi vê perspektîfê berê tîran kişande ser xwe…
Mirov dikare di çend aliyan ve vê konferansê bigire ber merceka nirxandina xwe û çavçêrîneke hûr û kûr li ser bike.
A herî girîng ev organîzasyon bi malovaniya KCDê tête lidarxistin da ku aliyên dîndar ên Kurd bêne ba hev û li ser pirs û kêşeyên civaka xwe biaxivin. Ji bo KCKê ev pêngav hewleke xwefirehkirinê ye û peyam ew e ku bibêje, “Ez talibê rêveberiya Kurdistanê me û ji ber hindê jî dixwazin hemû çîn û tebeqeyên civaka xwe di bin banê xwe de bînim nik hev û bo ayînde û sibehiya miletê xwe rê û nexşeyekê deynim…”
Ji bo aliyê siyasî jî daxwaz ew e ku aliyê dînî ku bi salan e dewlet bi rêya hin hêz û bi taybetî hikûmeta niha ku kirasê îslamê kiriye ber xwe, ji vê meydanê jî rake û hinekî jî ew ji kaniya dînî avê bikêşe ser zeviya xwe…
Beşdarên konferansê bi vê kombûnê bi çi hesiyan?
Ez wer dibînim ku piştî şikestin û travmayên destpêka desdsala borî û bi taybetî felişandina serhildanên di bin serkêşiya pêşengên dîndar ên weke Şêx Seîd û hwd de, li taxa odlar û dîndarên Kurdî travmayên mezin hê jî dewsa xwe hiştine û ev tax û doza kurdî weke “çav û pîvazê” lê hatine.
Ne tenê dabeşî çend ta û parçeyên biçûk û marjînal bûne, di heman demê de li ey dûvê dijmin û dagirkerên Kurdistanê bûne gîsinê hevcarê destê wan û tovê genimê dijminên li zeviya xwe reşandine û pê jehrî bûne.
Mebesta min ew e ku ev travmaya mezin Îslamiyên Kurdistanê demeke dirêj bê nasname û bê karekter hiştine û bûye sebeb ku baweriya bi azadî û kurdatiyê weke “bêdînî û dijmiya Xwedê” dageriya kurmekî nava darê û her roj goşt û xwîna xwe bi xwe xwariye…
Ji ber hindê jî ev konferansa du rojî hişt ku îslamî hêdî hêdî bêne vê taxa Kurdayetiyê û bi tirs û gumanên xwe re bêne rûkarî hev; Encama vê rûkariyê mimkûn e şikestin û dubendiyên travmatîk jî bi xwe re bîne, lê ez wer dibînim ku Îslamî dê cesûrtir nêzî vê rastiya xelkê xwe bibin û xwe jidiltir bidine ber vî barî.
Rîska vê ya herî mezin ew e ku bi carekê bi awayekî tûj bibine hedefa hikûmeta AK Partiyê çi ko rasterast dê danişin nav mêrga ku heta îro wan “pezê xwe” lê diçêrand…
Bi a min, dê îslamîyên Kurd bi wê rastiyê bihesin ku ew jî rastiyeke vê meseleyê ne û ew ê jî renc û barê wê hildin…
Ji ber hindê ev konferans ji bo şikandina tirsên herdu aliyan (îslamî û PKK) zemîneke baş e û heke di nav vê organîzasyonê de tovê samîmiyetê ajên xwe berde û bibişkive dê di siberojê de her du alî jî jê mifayê bibînin û her weha mifayê bigihînin xelkê xwe yê mezlûm û bindest…
Çi ko heta ku demara dînî ya vê dozê neşide û xelkê Kurd baş serwext nebe ku rastiya wî ev e, her tim mimkûn e lingekî vê stûnê kêm be û leng bimeşe.
Ez wer dibînim ku PKK di vê meseleyê de pragmatîst tevnagere, ji dil e û dixwaze hemû çîn û sinifên civaka xwe di bin banekî neteweyane de bîne gel hevdu; Her weha min wer hest pê kir ku kurdên me yên Dîndar ku xwe bi Şêx Seîd û Seîdê Nursî pênav dikin û weke şopgerên wan dibînin, bo vê pêngavê cesûr in û dilê wan heye ku bibin stûneke vê avahiya bi navê KURDISTAN.
We reng e, heta Dîndarên Kurd ji dil û can û bi bawerî xwe nedin ber vê dozê û Tirkên dîndar pê serwext nekin dê zû bi zû nikaribin avzemka hikûmeta zordest bimiçiqînin û xwînê bidine rawestandin.
Bi a min, AK Partî ji her kesê pirtir dê ji livîneke îslamî ya KURD bitirse çi ko ew ê demara wê ya Kurdistanê bibire… Ev bi kêrî û bo xêra hemû kurdan e…
Hêviya min ew e ku ev konferans destpêka hin pêşhatên geş be ne ku tenê bibe kombûneke “formalîteyî” ku di encamê de hêviyên heyî jî biherifîne…