PKK, xwedî hêzeke dînamîk e. Girseyeke aktîv û pir çalak li pey wê ye û di meydana siyasetê de xwedan şiyana pêkanînê û destnîşankirinê ye.
Dikare tiştan bide kirin û dikare bandorê li bayê siyasî yê demê bike.
Ji ber vê, her hêz, alî, dewleta têkildar, hêzên îstixbarî/saloxdarî û yên ku gotina wan li ser siyaseta herêmê zal e, dilê xwe dibine vê enerjiya kinetîk û li ser pilê, dixwazin bi awayekî hefsarê PKKê bigirine destê xwe.
Erkenekonê xwe bi vê xweziyê rakêşa, MÎTê rakêşa, MOSSAD Û CIA û MUXABÎRA Sûriyê, îstixbarata Îranê û ya Iraqê; her weha hêzên Kurd ên deverê Talabanî, Barzanî û heta demekê Kemal Burkay jî bi rêxistina parallel xwest hevsarê PKKê bigire destê xwe.
Li bîra me ye, gorbihûştê Abdulmelik Firad ji ber vê daxwazê ji PKKê xeyidî. Şerê birakujiya salên 1995ê ya li Başûr di navbera PKK û PDK, PKK û YNKê de hemû ji ber vê yekê bûn.
Her kes PKKê dixwaze; çi ku hêz e, xurt e, aktîv e û xwedan dîsiplîneke bilind e. Her kes baş dizane, ev hêz di destê kê de be, di satrancê de ew ŞAH e, yê hember PAT!
Niha jî MÎTê dilê xwe bişandiye PKKê.
Jixwe hêzeke wisa xurt, nabe ku mirovên îstixbaratan di nav de tune bin, hene; hem jî gelek in lê aşê siyaseta PKKê wisa ye, hemûyan dihêre; moxil dike, dan bin dikeve pûşik dimîne ser û berbê dibe. A PKKê li ser piyan dihêle, sistem û disiplîna wê ye.
MÎTê, bi gelek aliyan ve xwest PKKê zeft bike, bi taybetî giranî da ser milê sivîl, ji KCKê xwest bi trovakî PKKê ji navê ve zeft bike û piştre ji hev bixe. Ji bo wê, berê bi nermî çûyê, paşî bi germî çûyê, lê planên wê neçûn serî.
Vê carê ji xwe demoralîzekirin û qelsbûnê, xwest wisa nîşan bide ku têkiliya PKK û Ergenekonê heye, ji bo ku hevsar bi duristî bikeve destê wê; Ev kart gelekî bi kar anî. Lê nebû. Çi plan ji îradeya însên a bawerîanî xurtir nebû, çi planan nekarî vê hêza ku xwe ji renc û xîreta gundiyên kurd digire, bişikêne.
MÎTê, rê xweş kir, têkiliya Îmralî û Qendîlê bi ser parêzeran vekir, destek da hin pêkhatinan û xwest bi vî awayî bi taktîka gîrokirinê PKKê bigire ber şamperên xwe lê nebû.
Çimkî sistema PKKê li ser “xwebixwe”tiyê ava bûye.
Çimkî PKK, hêza xwe ji “dînamîkên xwe yên navxweyî” digire û têkiliyên wê bi hemû layen û hêzan re tenê “taktîk” e, tenê “makyawelîstkî” ye.
Yanî, ev hêza Kurd, bi rastî jî melevanê siyaseta deverê ye.
Bi rastî jî PKK naşikê… Çimkî xelkek li dû de ye û ji dil pê bawer kiriye.
Di vir de şarezahiya Abdullah Ocalan jî divê neyê paşçavkirin; Ez wisa têdigihim ku MÎT û Ergenekona ku gelek xwestin li ser Ocalan hevsarê PKKê bigirine destê xwe, li hemberî wî bi ser neketin.
Vê gavê tenê yekî ev şer qezenc kir; Ew jî Ocalan û PKKya wî ye.
AKP jî diderize, ew ê heta çendekê nemîne hilweşe. Bawer nakim, di hilbijartina pêş de wisa xurt derkeve. Vê dozê serê wê jî xwar:)
Bo kurdan ev tifaqa niha çêbûye, gelekî pîroz e. PKK jî hêzên Başûr jî divêt bi çi şertî hevdu bernedin. Fikrê me, zikrê me cuda be jî belê divê bo mesela kurdîniyê em xwe bikin yek…
Kêm maye ku zincîr bişikê. Berxwedan navê helwesta vê heyamê ye.
Dewlet, vê pest û kotekiyê, vê guvêşê ancax heta çendekê dîtir bikaribe bidomîne, ew bi xwe dê verişe.
Vê carê KURD nêzî xewnên xwe ne! Çimkî çi kesî nekarî PKKê bi dest bixe, lê PKKê KURD bi dest xistin!