Ê,
Niha mirov ji kî dera jiyanê bigire da ku pê re pê re êşên xwe kedî bike û bi êşan mezin bibe?
Na na,
Dest nedinê, bila mezin nebe û bila ew masûmiyeta zarokane qet koç neke ji wan çavên wekî stêrka şeva sayî ya zivistanê dema ku li ser kevnebefirê diteyise…
Ji pirsê hez nakim, çimkî, gava tîrên pirsê wekî teviya baranê bi ser min de tên, wekî sincên nav gilêşî ku mirov pê nizanibe di ruhê min re diçin…
Erê erê,
Li vê taldeya dûreçav,
Her roj lawireke dîtir ji trawmayên xwe ‘kedî’ dikim…
Êdî ne ‘paradoska’ tême şopandinê, ne jî tirsa cendirme û polîsên sivîl di dilê min de ye…
Lê ‘tenêtî’…
Lê ‘rûyê herî rût ê jiyanê’…
Labîrenta herî têkel û bi girifte ya hiş û hizrên negazîkirî…
Qet û qet bernade çepeçûrên jiyanê li gel min, li ber min, li dev min, li nik min; her û her bagerek e,
Şeq û req
Çep û rast,
Bi qewlê Şakiro lêk dikulime,
Li hev badibe,
Û ruhê min rondikeke dilsar,
Dilê min ruhekî har…
***
Erê erê,
Li dengûbasên site (sayt) û tvyan dinêrim: Dibêjin,
hate gotin ku…
tê ragihandin ku…
hatiye destnîşankirin…
“Jargon”a dengûbasan li ber guhê min dengên sawîn,
Dîwarên sar,
Kuştin,
Girtin,
Lêdan,
Hin caran jî hin nûçeyên tîngerm ên di tehma qehweya kizwanan de…
Lê “hêvî” qet û qet nêzî vê bênderê nabe…
Gelo ma em însan mecbûr in ‘fêr’ bibin?
Ma em mecbûr in ji her tiştî ‘haydar’ bibin?
Ax kurmê hayê,
Ax haya kurman…
Çi tê ji meraqê ye,
Çi diçe ji deraqê ye…
Lê ‘hêvî’ dîsa samaneke bêhempa di tûrê dil de,
Sibeyên gewre digihîne êvariyên gewre…
Gelo ma em ji bo çi hinde zû mezin bûn?!