Berî çendekê, li ser vexwendina “saziyeke civaka sîvîl”, bi boneya “roja zimanê kurdî” ez çûm Colemêrgê.
Ez destê sibê, ligel sura bayê tezî yê geliyan, gihîştim Colemêrgê. Rojeke xweş a gulanê..
Çarsûya Colemêrgê hind e tu nîv saetê pênc caran ji serî heta binî peyase dikî. Heta dikare pêngavên xwe hejmêrî.
Lê her gav, bi serê xwe çîrokek e. Bi bihosta wê ji te û raboriya te straneke şikestî ji te re dibêje. Wisa jî mexrûr û kovanî ye.
Tu, li Colemêrgê, berî her tiştî leqayî tîrbûneke jehrewî ya bindestiyê tê. Her der, her kuç û kevir, her dar û devî, wekî ku bi zanîn di çavên te re kin, nexşeyê reş ê dagirkeriyê xwe raberî te dike. Her der tijî ala, sembol û “rengên biyanî” ye ku bi sed kotekî li bejna vî bajarê biçûkî şîrîn ê çiyayî dapoşîne.
Ligel bêhna bayê honik ê wan çiyayên bi heybet, ev dîmen bêhnê li te diçikîne. Tu dixwazî zûzûka karê xwe biqedînî û ji wir birevî.
Di nav van xeyalan de, malovanê me pêşwazîyeke germ kir. Me sertêşta Colemêrgê tahm kir. Me ji ser dezgehê bazara pincarfiroşan; ewên nik heykelê nav sûkê, ji mamê Bilêcanî û Şîvişkî destikek rêvas kirî. Min bazara kivarkan kir, piştî nîvro dê anîba, lê piştî nîvro, ji ber du “eşîran xwe lêk rakêşabû” dezgeh hate girtin, kivarkên min nehatin.
Kengî ez diçim Colemêrgê îlakî li ser şerê “eşîran” hel dibim. Xwezî ev meseleyên weha nemabana. Şerm e. Ev şerma me hemûyan e. Ji qesta nabêjin, “nezanî barê ser baran e.”
Colemêrg, bajarekî kêm derfet e. Xizaniyê konê xwe lê vedaye. Şêniyên bajêr bi nanozik debara xwe dikin.
Li eniya bajêr nexşeyê xem û keserê ji heft qonaxan dûr ve xuya dike.
Îja tiştê balkêş, gava tu diçî sûka bajêr, ji nîviya para sûkê “Hükümet Konağı”yek hatiye çêkirin tu dibêjî qey Seraya Împaratoriyekê ye. Heta tu bibêjî bi şatafat, heta tu bêjî bi rewneq.. Gelo mebest jê çi ye?
Xuya ye, ev “qonaxa lewlewte” ji bo hindê ye ku quweta xwe nîşanî xelkê bidin û hêza “dewletlû”, sîya “şûrê stûbirî” tim û tim ser patika vî xelkî bihejînin.
Ev lixwemukirhatina “dagirkerî”yê ye. Ev sembolên weha, dema ku Fransiz û Îngilizan Efrîqa û Hindistan dagir kirî, di sedsala borî de hebûn.
Diçûn kê derê Qesir û Qonaxeke Nuwaze ya Lewlewte ku nîşana hêza xwe tê de bixin di çavên xelkê re çêdikirin.
Desthilatek hindî ku li dû hindê be ku “quweta xwe” nîşanî xelkê bide ew ê nikaribe “edalet û desthilata xwe” li dilê wê civakî tesîs bike.
Cihê “quwet” lê hebit, “edalet” lê nîn e. Cihê “edalet” lê nebit “qebûla xelkê” lê nabit. Ev kêl vê derzê venaçînît. Yanî a soxî, ev dezî ne ya vê derziyê ye.
Axir, di bernameyeke xweş de me hinekî derd û kulên xwe gotin. Me kitêbên xwe, ku buhayê wan û destikê rêvasan eynî bû, bo dost û nasan îmze kirin.
Çend peyase me li ber wê “qesra bi îhtişam” dagerandin û dîsa me ji dûr ve li Kilîlan temaşe kir. Rojekê ez ê miheqeq biçim wê derê…
Ez pir meraq dikim, çend Colemêrgîyan nava wê “Hükümet Konağı”ya têr ‘bi îhtişam’ dîtiye?
Bi çi hest û dilî di pêlekanên wê re derdikevin?
Ha, di dawiya gotina xwe de, divêt bidim zanîn ku “nîşandana hêzê” reftara “tirsê” ye.
Li welatê me, belkî ji pênc hezar salan ve ye “biyanîyên zordest” tenê şiyane bi rêyên ne asayî bên û di keleh û qesrên parastî de karibin wek “emanet” lê bimînin.
Wan çu carê, rehên xwe danehêlane vê axê û çiqilek dara wan jî li ser vê erdê şîn nebûye û “şîn” nabîtin jî.
Lewre li deverekê her ku gîsnê te di şûva erda wê ra nekitrê û heta xwîn û xwihdana eniya te li ser zeviya wê av nede, tu nikaribî bibêjî ez ê “strana xwe” li vir qîr bikimê.
Ev ax dilê xwe ji te re venake, tu dê her û her, li pişt wan camekanên tozgirtî yên “Hükümet Konağı”yên bi ihtişam, lê temaşe bikî.