“Herêma 6” û Rola Barzanî

Omer Dilsoz

Van rojên ku bihar bi hemû spehîtiya xwe li rûyê mirov dikene û li dilê mirovî bi hezaran xweziyan diçîne, liv û aksiyona siyaseta herêmê weke ‘robarê gulanê’ (Ev biwêj li devera Culemêrgê ji bo pênasekirina coş û kelecana bilind tê bikaranîn) bi xuşexuş e.

Li Tirkiyeyê ku li ser zardevê Serokwezîr R. Tayîp Erogan, dema ku “pakêta ekonomî û handanê” aşkere kir dabeşî “6 herêman” bûye, ku di meydana siyasetê de li ser du blokên çep û rastî – a rastir kemalistî û osmanîparêziyê- bi rê ve diçe, di teqna konjonkturel a siyaseta navneteweyî de, digevize.

Ekîba muhteşem Teyîp ku bi şîara “sifir problem” a bi der û cîranan re xwe daye rê, niha çeperê xwe yê dawîn “eniya Aryenî ya Îrana molayên şaşikxwar jî ji dest da û li meydana “rojhilatê siyasetê” weke zarokeke bêderpî taşikrût û derlingdiryayî maye.

Her ku Tirkiye di siyaseta navneteweyî de tengav dibe –bi mînaka nekarî bi kerî bazda kurtên- çavên xwe li Kurdan sor dike û tenga siyaseta navnaxweyî girêkeke dîtir dibê û pirtir dişidîne.

Muhteşem Teyîb behsa “herêma 6ê” kir û got ku ew ê pişka zêde ya handana razemeniyê ji bo vê herêmê terxan bikin. Mebesta wî ji vê herêma 6, başûrrojhilatê Tirkiyeya îro; yanî Bakurê Kurdistanê ye.

Ev binavkirina “herêma 6” bivê nevê pirseke wisa bi mirovî peyda dike; Gelo qey ev hejmara ‘6’ (Şeş) ji bo ekîba Muhteşem Teyîb “kodkirina dosyeya kurdî ye?”

Ma dibe ku tesadufek be ku navê kanala dewletê ya bi Kurdî weşanê dike jî TRT 6 (şeş) e?

Li gorî hin spekûlasyon û teoriyên komployê; Tê gotin ku ekîba Muhteşem Teyîp xwedan planeke dûvdirêj e ku sîstema Tirkiyeyê ji binî ve biguhere; Li şûna wê pergala serokatiyê damezrîne ku tê de 6-7 herêmên nîv-otonom, nêzî sîstema eyaletan ku eyaleta Kurdan jî ya 6ê be.    

Tê gotin, pêngavên ku niha ji bo sîstema nû ya perwerdeyê (4+4+4) hatine avêtin jî, gavek ji vê projeyê ye.

---

Di nav evende teoriyên komployê de, van rojan başûrê Kurdistanê, li ser sinc û diriyên agirîn dikele.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Amerîkayê bi Serokê DYAyê Huseyîn Barack Obama re hevdîtineke gelekî girîng pêk anî.

Di vê hevdîtinê de, Barzanî ji bo îlankirina serxwebûna herêmê hinekî dîplomasî gerandiye û li ber devê DYAyê geriyaye ka dikarin çi bikin.

Bi ihtimaleke mezin, DYAyê jê xwestiye ku li benda pêşveçûnên Sûriyê rawestin da ku pêkve tiştekî bi encamp bidin. Çi ko, ji bo herêmeke ku heta ber perrên Derya Spî ku rojavayê Kurdistanê jî di nav de be, bi yekdestî nebe jî bi parallel bikaribe bi hev re bête sazkirin, ev muhlet jê xwestiye.

Ji aliyê dîtir ve jî, Tirkiyeya ku rasterast nexwestiye vê rabûna Barzanî asteng bike, bi riyên dîtir; Di pişt perdeyê re bi Îranê re ev bazaar gerandiye û cendirmetiya vî karî jî daye Serokwezîrê Sunîyên Iraqê Malikî.

Malikî, bi serê xwe wan gefan naxwe, Îran  rasterast û Tirkiye jî di pişt perdeyê de li gel wî ne. Ev bloka antî-kurd, wekî ku Îran û Tirkiye li hev tal bûbin nîşan dan ku DYA ji ber Îranê rasterast xwe nede pişta Kurdan, lê a rastî ew hersê bi hev re ne û kaniya vê plangeriyê jî ENQERE ye.

Sebebeke nepenî ya serdana Erdogan a Îranê jî ev bû.

Ji bo van “dijminên kurdan ên qedîm” nukleera herî mezin “dewleteke kurdî ya serbixwe ye.” 

Vê gavê Serok Barzanî,  ji bo navbera PKK û Tirkiyeyê de rola qasidiyê bike, ji hêla DYAyê ve erkek li ser milî daniye.

Wer reng e, Amerîkayê dest daniye ser dosyeya kurdî û her ku diçe ew ê giraniya xwe di vê pirsê de zaltir bike.

Ji ber hindê, ligel îhtimala şerekî berfireh ên herêmê ku di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de biqewime; Hevsenga sere Kurd digirin dê giranniya xwe deyne ser.

Ev şer, pirtir şerekî polîtîk ê qeware û meydana siyasetê ye.

KURD, heke pişta hevdu bernedin, dibe ku ji vê alozî û hingameyê “pişka şerî” bi dest xwe ve bînin.

-Bihara Kurdî li ber bişkiftinê ye. 

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (2)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.