Carina tu biryarekê didî, sdawî silamet e, aştî ye lê biryar di germegermê de hin zor e, weke tîrek li nav cergê te bikeve.
Weke tu talîşkê bikutî û ava wê bi niyeta şerbetê daqultînî.
Weke tu jehrê têkel hingiv bikî, lê bihilînî û bi ser devê xwe de wekî.
Hişê te duker dibe.
Pirs û tirs weke duçexa serê zimanê marekî li giyanê te dialin û xwîn di rehên te de dibin kul, dibin kurm, dibin kuç û req dibî, dibî dar…
Dibî du alî;
Li aliyek hêviya ‘dê vegere’ li aliyê dî pirsa ‘gelo’? weke lêmiştê bi ser te de dibarin.
…
Bo hêviyên nû rabûn, li sînga tahtan rê kolan, wek berkot hêlîn li devera herî asê çêkirin û îro rêwiyê hêviyek nû ne.
Dayikên wan, ew dayikên ku her cara dengê balefir, jet û helîkopterekê tê heft caran ruhê wê ber devî û cendekê xwe li ser tenaşoyê dibîne, van rojan, ji her kesê pirtir dilê wan hilawîstî ye û kutekuta çavên wan e; Dûr dinêrin, hûr dinêrin û her danê rojê li wan dibe salek.
Bayek tê li hişê wan digumine û bêhna catir û gulasmînên ji xwîdana keç û lawên wan bûne lîlavên van çiyayên berz û belek tîne, keleke dudiliyê li wan radibe: Gelo evê bi xêr û silamet bigihêjin qonaxê!...
Û dilekî wan dibêje, “Êdî ev çiya sêwî ne!”
Lê ew hêvî heye hêvî!
Hêviya vegerê…
Û li aliyê dî, ew dayikên ku êdî fera çavên wan vemiriye û bihîstine ku keç û lawê wan, berxê ber dilê dadokê, nazdarê ser dilê daygorîkê, ew êdî bûye şitilek rihanê û li ber bejna çiyayekî stûxwar ligel şilêrekê şîn bûye, dikevin ber bayê wê kula tirş ku li bin guhê wan, bi pêjneke kûr dibêje, “Gelo lawê min/keça min, ji bo çi… gelo gelo gelo…”
Û pê re dibe gujguja rondikan û bi ser dilê xwe yê weke tenûreke sar vemirî de dibarîne.
Erê, pêvajoyek li dar e.
Qenc xirab, bi kend û kort av diherike û a herî qenc ev çend meh in çu şer neqewimîne û agir bi mala çi dayik û bavan neketiye.
Bo xwedê, ma kê nevê bihar bê û gul û kulîlkên azadiyê, het hetayê li welatê wî şîn neyên!
Li aliyekî dilê dayikan hilawîstî, çav li riya çiya kurisandî, hêvî lê şîn bûne ku bi saxî law û keça wan vegere malê.
Li aliyê dî, pirsa ‘gelo hinde berdêla me bi ku de çû?’
…
Tu di keviya kendalekî rijde yî, rê gelekî teng e û sekn mirin e.
Pêvajo vê gavê di fetl û şiveriyeke weha re derbas dibe.