Siyaseta navçeya Rojhilata Navîn bi tevayî di faqa kurdî de asê bûye. Kurd, bi vî halê heyî aktorên herî diyarker ên vê kişikê ne; heman demê, kurd mexdûrên herî mezin ên vî şerî ne jî.
Bi taybetî piştî rizgarkirina Girê Spî êdî rengê vî şerî guhert, destê DAÎŞê hate birîn: Kanî û serçaviyên wê yên lojîstîk hatin binbirkirin. Standina Girê Spî, ji her kesê bêhtir dewleta Tirk zivir kir û wek pisîka pê li dûvî bûyî bû qajewaja wê: Çimkî silkên wê spî bûn û her kesê dît ku ew û DAÎŞ wek ‘xal û xarza’ ne.
A rastîn, di vî şerê giran de, xuya nîn e destê kê di berîka kê de ye: Hêzên desthilatdar ên cîhanê vê lîstikê bi dualî dilîzin û piyekî çep lêdidin û piyê din rast vedigerin. Heman hêz li eniyekî bi vî alî re, li eniya dîtir bi aliyê dîtir re ye û di bin ve jî ji bo firotina çekên xwe bazarek nepen jî bi hêzên dîtir re dimeşînin: Yanî herkes li her derê û tu kes li tu derê nîn e.
A rastî hemû hêzên gewre ji aliyekî ve dixwazin ev şer hebe, lê heman demê jî, dixwazin ev şer di bin kontrola wan de be: Gur ji mijê hez dike û nanê desthilatdaran jî kaos û alozî ye, ji bo parastin û berdewamkirina sultaya xwe ew hander û palpiştên aloziyê ne.
Ji ber hindê jî, aliyek DAÎŞê Qeter û Siûdî siya Amerîka-Ewropayê li ser heye; aliyek Tirk; aliyek rejîma Sûrî Rûsya û Îran, aliyê herî bêguneh di vî şerî de kurd in. Çimkî hem li Başûr hem jî li Rojava gur û qîra şerî li ber derê kurdan e, heta li ser serûguhên wan e. Cîhanê tevekê aniye serê xwe li nav mala me kurdan dikin.
Her alî, ji bo vî şerî, li gorî xwe ajandayên xwe yên nepenî hene. Bo nimûne; ajandaya şerê kurd û DAÎŞê ya Amerîka û ya Tirkiye û Îranê ji hev cuda ye. Amerîka, ev serê sedeyek e dixwaze Projeya xwe ya Rojhilata Navîn Mezin dabîn bike, ji bo vî karî paleyê ewil Tirkiye neqand: Tirkiye rabû, ev “lutfa” DYAyê ji bo “mebesta xwe ya panturkîzm û Osmanîzmê bişaft û xwest guherînên li welatên Rojhilata Navîn têne kirin, bi hevsarê xwe rê bide berê, piştî demekê Amerîkayê nihêrt kaosek peyda bû, aliyekî Tirkiy dixwaze Osmanîzmê dîsa şîn bike, li aliyê dîtir Îran dixwaze farisîzmê belav bike. Ji bo rêgirtina li van projeyan, hevpeymanê herî baş Kurd man.
Amerîkayê, ji bo pêkanîna projeya xwe vê gavê ji herdu aliyên din bêhtir xwe nêzî kurdan dike. Avabûneke kurdî rê li Turanîzma tirkan û Farisîzma Îranê digire. Lê DYA û kurd çiqas dê bikaribin bi hev re bimeşin?
Ez bim, kurd dê vî bayê ketiye aliyê xwe, baş bi kar bînin. Îro, ba li bêndera me tê: bedelên vî şerî em didin, xwîna me dirije û gund û bajarên me kavil dibin. Yê li ser welatê xwe dibe penaber û bi der û kolanan dikeve jî her em kurd in. Şukir îro li du parçeyên Kurdistanê artêşeke me ava dibe: Pêşmerge, YPG/YJP divê demildest bo Artêşeke Kurdistanê ya Hevbeş xwe bigihînin milê hevdu. Dîplomasîyê baş bikin, ligel DYA û Ewropayê têkiliyan xweştir bikin; heman wext, bi Rûsya û Çînê re jî dîplomasiyek geştir û bikartêkertir bo me kurdan divê.
Nêrîna herî rast: Di vî şerî de tu kes dost, tu kes dijmin nîn e; berjewendiya kurd û Kurdistanê bi ser çi be, divê em wan dagerînin derfetan û jê sûdê wergirin. Birêxistinî, bi rêxistinî û dîsa birêxistinî… Pêla ruhê Kobanî li Bakur bendên rejîma faşîst a kemalîst hilweşandin, heman ruhî, Girê Spî ji qirêja rihdirêjan paqij kir. Niha gef û gurên Tirkan jî dê bi heman ruhî bêne sernigomkirin.
Roj, roja kurdan e. Ey dîrok, çavê xwe veke vaye roja Kurdistanê hiltê!