Niha tenê rastiyek li ber çavan xuya ye; Her ku diçe pihêtên vî agirî gurtir dibin.
Serokwezîrek dest li kavlanê şûr û mertalan, şerê ku nîveka wî “gef û gur in” ji vê nîveka xwe dibore û “kirasê maf û demokrasiyê” hêdî hêdî diçire û yê “dîktatoriyê” tê meydanê.
Meydan, di bin mij û morana “tirsê” de, tenaşûya dê û bavên ku her roj berxikên xwe dispêrin axê. Zêmar û girîn, tenê xwelî ye di nav alazên vî agirê har û haroke de.
Darbest li pey darbestê ji bo korocaxên xelkê feqîr tên veguhêstin. Yên li pey dimînin, dilsotî, yên li rex dimînin, tirsa wan e ka dê kengî xeberên nebixêr bê heta deranzinka mala wan…
Tirs, di vê hengameyê de sultanê hemû dilan, aqil di bin hestên kor ên “tol û xulê” de, xwelîserê dermalan.
Ev agir bo çi weha har bû?
Gelo ma bi rastî jî çu riyên axaftinê neman?
Ma bi rastî jî “kêr gihîşt hestî?” nexwe ew hestiyên law û keçikên “vî aliyê agirî” ew ên her roj kom bi kom ji çal û kunedizan derdikevin, ma wisa bêxwedan in?
Gelo gava digot, “piştî rojiyê dê deriyê aştiya neyî dade” qey wiha dihate xwendin: “Ez dengê xwe rakim dê ji min bitirsin û xwe bidine paş” gelo ma bi rastîn jî Serokwezîrê xwedanê ji sedî 50 dengan ku ber kepê xwe qet û qet nabîne, ewende ji vê daw û dozê fêm kiriye?
Nexwe ev feraset bi xwe nîne ku vî agirî têk vedide û guriya wê radike ber perên asîmanê heftê.
Erê, hevsengên deverê ji nû ve têne dariştin: Rol û modelrolên gel û neteweyan ji nû ve têne dabeşkirin û lêkvekirin, aya pariyê me kurdan bi kîjan birrê re ye?
Berî avabûnên nû, gelo tê xwestin qedera Srîlankayê li serê kurdan bigerînin?
Ma ev xewn zêde xewneke dijwar nîne?
-Dirêj nakim, carina rojên herî tarî demên herî nêzî felat û rizgariyê ne!
Gava 9 meh durist bûn, zarok tê dinê… Nizam hat fêmkirin an na!?