Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir zimzim.
Payîza Colemêrgê ya honik bi xweşkûkiya xwe ya sermedî pêşwazîyeka germ li min kir. Wexta ez gihîştim Colemêrgê çend dilopên baranê darêtin lê hin nebû ku erd pê ter bibe.
Malûm e, îsal saleke hişk e û erd tîhnî ye. Guhanên kaniyan miçiqîne, devên ro û robaran kêmav û bêdeng bûne. Avê xwe vekêşaye.
Gava tu ji warê xwe derketî, êdî sal cot cote diçin û êdî “wext” di destê te de kefa sabûnê ye, li ber avê dikişe û diçe, her weha bi xwe re gelek tiştan jî dibe.
Hinde sal e di van rêyan de hinek tişt qet neguherîne; ji Wanê heta Colemêrgê bazgehên kontrolê dîsa wekî berê çalak bûn. Ji Zernek, Bebleşîn, Kelegom, Dû Pira Xezekîyan (Yeni Köprü) û heta Helêlê; di gelîyê de pênc caran tên te radiwestînin û saxtîya nasnavên te dikin.
Rê, dîsa li te dibin jehr û zuqim.
Paşê Serêsolan û herî dawî Colemêrga rengîn. Te çawa hêlaye hema her wekî xwe ye. Belkî du sê avahiyên dîtir ên beton lê zêde bibin. Ser gopê Serêsolan şaneşîn (seyir terası) hatibe çêkirin. Û xebata kolan û duristkirina rê û rêbaran jî berdewam e.
Tu li dû çîrokan î. Bêhna çîrokên nû, şopa çîrokên kevin tên û xwe di hişê te digerînin.
Walî dibêje mudebire
Li Serê Solan xwe vegire
Welat şîrîn e ca tê fikire
Ev demeke dirêj e navbeyn ketiye navbera te û Colemêrgê ji ber hindê gava tu sûka wê peyase dikî zêde rûyên nas li ber çavên te nakevin, lê ne xem e. Jixwe tu ne guh li vî tiştî yî, derdê te; da ku tu guhê xwe bidî pêjna çiyan, dengê dilqutka dilê vî warê qedîm.
Bajêr bi ruhekî nişmî, bi averûyeke sayî û mîna wan spîndarên li ber bayê payizê xişînî bi newalên ruhê te dixin, stranekê di ber guhê te de dibêje: Herê lawo, kurelawo, lawkê min têt ji xudbêwo dilê min!
Û danek li Colemêrgê xwe bi ser êvarî de xul dike û spêdê qonaxa te Gûzereşa lawîn e.
Heta Gêmanê biste diçî. Li Derava Şotê bazgeha kontrolê te radigirin. Qederekê pirsên sergêj li te têne kirin. Ji bo tu bişê biçî seredana dadê û bavo divêt bersivên te kamil bin û divêt “îqama” te ya gundî hebe. Îja were vê betxreşiyê, ji bo tu bikaribî biçî gundê xwe divêt tu caba hinek pirsan bidî.
Paşê rêya qîr namîne, rêya Geliyê Tîyarê; bi dorê di gundên Gisê, Birîcê, Hêşetê, Zawîte, Tixûbê, Mezrî, Gundkî re radiborî heta digihêjî Gûzereşê, rêya axê ye. Cih bi cih kortik û zendeber hene. Rê teng û heta mirov digihêje qonaxê meşka mirov tê kîyan; yanî rêya 40 km tu ancax karibî saet û nîv heta du saetan bikudînî. Dîsa jî li ber dikevît.
Li ser zimanê te straneke digere:
Gûzereşê ku xweş war e
Dor bi çiya, xemla wê spîndar e
Di nav de dikişît aveke sar e
Milek wê Gare yek Sermedar e
Îsal hişkesaliyê kelemê xwe di çavê vî warî re jî çilikandibû û para xwe jê neşûştibû. Ji Zawîte heta bi Gûzereş seba kêmbûna avê dexl û dan, zeviyên birincî, dekak û bîstan qasî salan baş nebûn. Bi ser de ji ber havînê gelek dehl û daristanên herêmê dabûn ber agir, gelek ajelên kovî, gelek teyr û balindeyên li vê herêmê berê tunebûn, hatibûn ser bextê vî warî.
Sîxure, keftar, beraz û hirçan dadabûn zeviyan, dadabû fêkî û mêşevangên hingvînî û gelek ziyan dabû.
Gundî, ku piranî kesên danemir li gund diman, nobe li zeviyên xwe digirt.
Wekî tê zanîn, ev gundên Dola Txûma û Tîyarê ji sala 1995’ê vir de piştî hatin berdan careke din bi duristayî ava nebûn. Hema bêje niha havînan qismek gundî wek banekî diçin û ji bilî pênc şeş malan ku ew jî exlebe pîr û kal in, çu kes salewext lê namîne.
Yanî niha li Gûzereşê dibistan tune ne, binkeya tenduristiyê tune ye, dukan tune ne; heke heftiyek duyan servîsa gundî (bûsa gundî) neçe gundî jê ji birçîna bikevin. Gund nîv ava ye.
Bifikirin, tu li gund î û sibe gava çavên xwe ji xewa şîrîn vedikî qîqîya dîko, qîjeqîja dikil û mirîşkan nayê guhê te. Belkî çend serên pezî û çend çêl û golik hebin lê ew jî hema li doranên gundî diçêrin.
Helbet tam ava nebe jî Gûzereş dîsa parçeyek bihûştê ye li ser darê vê dinyayê.
Bêguman gelek rûdanên nû, behs û xeberên germ jî hebûn. Mîna, êdî gelek behsa kanên madenê dihate kirin. Gundiyan digot, gelek şîrketên Îranî û Siûdî, li van deran maden kirrîne û heke dinya piçekî din aram bû dê dest bi lêgerîn û kolandinan bikin.
Êdî veca hûn bifikirin ka çîrok çawa dibûn çîrçîrok û li teşîya sohbetê dialîyan.
Welhasil, di vê rêwîtiya min a hefteyekê de ku hema bêje nîviya wê pirtir di rêyan de derbas bû, min careke din dît ku hêj em pir kêm warên xwe dinasin, em pir kêm temasê bi ruhê erda xwe re dikin û em qet û qet qedrê van waran nizanin.
Bo me pêwist e ku em hişmendiya xwe ya heyî, nexasim di bîwarê jîngeh, war û welatî de format bikin û bi çavekî nû wê pênase bikin.
Çareseriya krîzên me li ba me, di destê me de ye.
Wekî gelek caran me gotî, mifte hema her ew gotin e; dilê xwe li hev vekin.