Malûm e, qoşxana siyasetê li Tirkiyeyê, bi girara “lêborînê” ya Serokwezîr Muhteşem Teyîb dikele. Camêr, bi manevrayekê goleke “muhteşem” avêt û li Tirkiyeyê bi carê de rojev serobinê hev kir.
Niha, medyaya nêzî hikûmeta AKPê û Cemaeta Gulen, Recep Tayib Erdogan ji mêj ve wekî “qehreman” îlan kiriye.
Kemalist bêdeng in, BDP-PKK jî ji ber sergêjiya operasyonên pey hev ên di bin navê “maliştina KCKê” de hemberî vê helkeftê “ne hazir e” û nizane bi vê pêşhatê bikene an bigirî…
Nizanim vî aqilî kî dide Erdogan, lê camêr di warê “çivvedan û manevrakirinê” de gelekî pispor bûye.
Pirsa me ev e;
Gelo divê em vê lêborîna ser navê dewletê ya Serokwezîr Erdogan çawa bixwînin?
Berî her tiştî gava mirov binêre pratîka hikûmeta nerm-îslamist a pan-turkîst AK PARTî ya van 8-9 salên dawîn hingê dê dîmen di serê mirovî de zelaltir bibe.
-Anektodek: Berî ez her tiştî ez wisa difikirim ku “niyet û armanc çi be jî” bi ser navê dewletê, lêborîneke wisa diviya ji aliyê me “kurdan” ve bi sivikî neyê zanîn, lê digel jî hema bi “gotinekê” jî çu pirs çareser nabe, divê ev jî li bîra me be.
Ev ekîba Erdogan ku du car e/du pêl e, ser hev welatekî têrpirsgirêk ê wekî Tirkiyeyê bi rê ve dibe, ekîbeke amadekirî ye û bi taybetî ji bo “taqiyeya pirsgirêkan” gelekî şareza ye.
Erdogan, ji bo malzema û çeka yê hemberî xwe jê bistîne û bêtesîr bike, xwedî manevrayên çist e. Hemû hunera xwe ya siyasî li ser vê yekê dimezêxe.
Heke li bîra me be, heman Erdoganî di Tebaxa 2006ê di axaftina xwe ya li Diyarbekir/Amedê de, îtiraf bi pirsa kurd kiribû û gotibû, “dewletên mezin ji ber xeletiyên raboriya xwe lêborînê dixwaze” û ev gotina wî, wek lêborîna ji xelkê kurd hatibû şîrovekirin.
Lê çi hate şûnê: Girtin, girtin, girtin û kuştin…
Niha Erdogan ji ber kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên li ser xelkê Dersîmê ên salên 1936-38ê lêborîna xwe dixwaze.
Kîjan demê vê gavê diavêje; Gava li beramberî wî çi muxalefeteke xurt tune, çima vê gavê dike; Ji bo bi ser pirsê de neçin?
Erdogan, di pirsgirêkên naxwaze çareser bike de, rêbazeke gelekî kone bi kar tîne.
Berê îtirafê bi wê pirsê dike, dibêje “ev pirs ya min e” piştre dengekî mezin jê tîne, hêvî ji bo yê hember çêdibin. Aha wê hingê Erdogan xwe davêje betenê û pirsa hewaleyî ber bayê geliyan dike.
Aha Erdogan niha bo Dersîmê jî heman tişt kir: Erê, lêborîn xwest. Xiste rojevê, niha wekî ku analîstên spore di êvariyên yekşemê de, maçên hefteyê şîrove dikin, wisa li ber ekranan, di bernameyên gotûbêjên siyasî de Dersîm tê hingaftin. Radibî mesele Dersîm e, rûdinî Dersîm e.
Tenê li ber ekranan ji bo dilxweşkirina xelkê ev guftûgo hene, a rastî, ji bo Dersîmiyan çi bernameyên Hikûmet-Dewletê tune ne. Behsa tanzîmkirin mafên wan, qerebûkirina heqên wan nayê kirin.
Nexwe hikûmeta AKPê hinde sal e dibêje û napêje, nexwe çi dike?
AKP, tenê pirs û kêşeyên ku ne bi dengê bilind bi dengê nizm heta bi bêdengî tenê li pişt perdeyan behsa wan dike, çareser dike.
Projeya AKPê, tenê aliyê muhafazakar û oldar ê Tirkiyeyê lş pişt perdeyê dilxweş dike û pirsên wan gav bi gav “çareser” dike.
Ev proje tenê bi nêrîna “tolhildan û rovanşa” ji çepgir û kemalîstan li pirsên komelî yên Tirkiyeyê dinêre; Pirsgirêka Kurd qet û qet xema wê nîne. Çi projeyên wê ji bo çareserkirinê vê pirsa mezin a vî welatî nîne.
Lêborîna bo Dersîmê jî, îtirafpêkirina bi Pirsa Kurd jî, hemû ji bo gîrokirin, nermijandin û marjînalkirina beramberê xwe ye.
Tenê derdekî Erdogan heye, ku bibe Serokê Tirkiyeyê û bi vê sîstema Serokatiyê sîstemeke Sultaniya Pêşverû li Tirkiyeyê ava bike. Di vê Sultaniya Muhteşem Teyîb de, dîsa yê “efendî” TIRK e û xelkên dîtir ên vî welatî encax dikarin wekî “KOLE” bijîn.
-Heke bi rastî lêborînek dê bête xwestin, yanî lêborîna herî baş: rûniştina ser maseyê û rawestandina xwînrijiyê ye. Tiştê divê bête kirin jî ev e: Kurdê "duhî" mezlûm, yê "îro" musteheq... Aha, diviya ev mantiq bête têkbirin û dewlet bi yekcarî lêborînê ji gelê kurd bixwaze, ne tenê kurdên Dersîmê, hemû kurdan... û paşî jî destê xwe ji qirika wan berde!
Çareserî ne tepeserî ye, diyalog e.
-Ey Dersimê, ma tu dibêjî çi bo vê birînê!?