Piştî ku Osman Baydemîr got ‘de here lo!’ her wekî pê li dûvê çapemeniya tirkan a dîtbarî û nivîskî hatibe kirin, hemûyan bi hev re bi deh gezan devê xwe beş kir û her wekî qet tiştekî wisa nebihîstibin û peyveke nû li ‘jargona siyaseta Tirkiyeyê zêde bibe’ wisa dest bi nûçebarana ‘magazîne û manîpûlekirinê’ kirin.
Li Tirkiyeyê çeka herî xurt a dewletê ‘medya’ ye û hişê civakê li gorî eyara medyayê tê xebitandin. Hêz û şiyana medyaya manîpûlekar bi ser her tiştî re ye. Ango, li vî welatî girara siyasetê li kulîn û aşxaneya medyayê tête kelandin û belavkirin.
Em bi hev re kurteanalîzeka van çend rojên dawiyê bikin:
Nîva şevê Receb Tayip Erdogan berê xwe da Şamê. Li ber deriyê Bulent Arinç du ‘kormişkên xwedan apolet’ hatin girtin. Berê spêdeyekê bi hevdemî li 11 bajaran operasyonek li dijî şaredar û kevneşaredar û DTPa daxistî BDPa nû û KCDê pêk hatin. 80 kes hatin girtin.
Gelo ev hemû çi bû? Çi tevn tête raçandin?
Em dîsa vegerin serî; Erdogan çima ji nişkê ve çû Şamê? Ji ber ku li Iraqê nexasim li herêma Kurdistanê destvala vegeriyabû û hewara xwe bire nik Bişarê Esad. Xuya ye, li ser tepeserkirina kurdan axivîne û planên pirhêlî gerandine.
Bulent Arincê ku wekî kela nîskê car kel dibe û car sar dibe, di axaftineke xwe de ‘dijûn’ li Emîne Aynayê kirin, ji bo ku vê rûreşiya xwe binixêve di heman êvarê de hate ragihandin ku du serbaz li ber deriyê mala wî hatine girtin ku ji ser yekî ji wan nexşeriya plana kuştina wî hatiye girtin û wî jî xwestiye vê nexşeyê bicû. Bi vî awayî îmaja Arinc hatiye ‘spî’kirin.
Dotira rojê ku roja hevdîtina serkanê giştî Başbug û Erdogan û Gul bû, berê spêdê operasyona navborî hate kirin. Ev operasyona tepeserkirina BDPê, di heman demê de ‘jestek’ bû ji bo ku navbera Hikûmet û Eskeriyê ‘xweş’ bibe. Çimkî Erdogan baş dizanî ku Başbug dê jê bixwesta ku bi ser bûyera Arinç de neçe û guhê wî bikêşe da ku ew bes ‘harekata a-sîmetrîk a psîkolojîk’ li hemberî wan bimeşîne. Erdogan jî berî ku guhê wî bê kişandin dê di destî de li ser destexanê ‘operasyona KCKê’ ve biçûya hevdîtinê û dê ji Başbug re bigota, ‘Nexêr em bi ser we de naçin, kî li dijî qanûnan be em bi ser wan de diçin, aha va ye me toz ji şaredarên DTPî rakir.’
Ango, nihêrtina Hikûmet û Dewletê ya ji bo BDPê, wekî nihêrtina pişîkan a li mişkan e. Kengî tengav bibe, tola xwe ji ‘mişkê ber destê xwe’ vedike.
Piştî ev çend helkeftan Osman Baydemîr xwe negirt û ji wan re got, “De herin lo!”
Bi qewlê wan, “Haa sîktir lan!”
Ez vê peyvê ji bo devê kesekî wekî Osman Baydemîr ‘maqûl’ nabînim. Osman, mecbûr e bi jargoneke maqûltir biaxive, çimkî, wê demê nexwe dê çi ferqa wî ji Bahçelî-Baykal nemîne. (Ev jî dîtina min e)
Serkêşiyê hunerek bo pê divê, ew mecbûr e, hestên xwe zincîr bike û bi lîteratûreke maqûl biaxive. Nexwe ev gotinên wisa tenê dê ji medyayê re bibin mijara magazînê û bi vî rengî ‘rastiya meseleyê’ jî bi awayekî tê manîpûlekirin ku jixwe daxwaza wan jî ev e.
DE HERE LO!
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.