Di nivîsarên kevnar de, herweha di zargotin û çanda me ya qedîm de, gava behsa Hekarya dibe, wek welatek tê pênasekirin: welatê Hekarya.
Hekarya, bi cografyaya xwe ya bi heybet; her weha bi fuana û nebat û gil û giya, pincar û kulîlkên rengoreng û pir bermişe, heta xwedan kulîlk û gulçîçekên nadîdeyê erdemîk, her weha bi jîn û jîyara xwe ya dewlemend, pirhêlî, zengîn, rengîn, heta bêjî bi bizav û têrtijî, ligel eşîrên xwe yên azad, beg û mîrên mîna şax û çiyayên wê zexm û xweragir, warê edîb û şairan, xwedan zozanên şibhî bihûştê û kanî û robarên dengbêj li ber xuşexuşa wan bûne aşiqê sewdaserê wê… war û diyareke bêhempa ye.
Erê, eve û hezar hindekî dîtir hindî tu bibêjî her kêm û her peyv li ber hişmeta wê sist û xav dimîne.
Çimkî heçî Colemêrg e; ev taybetiyên xwe hemû mîna davên gulçîçekeka ser berik û xalîçeyên xwe mîna Lûleper û Kesnecaran xeml û rengîniyeka spehî daye jînewariya wê.
Colemêrg, di demsalekê de çar demsalan di nava xwe de dihewîne, tu li Çelê û Şemzînan gava dikevî nav fuanaya wê ya bêhempa û havînên têr fêkî dijî, heman wext Colemêrg û Gever warê zozanan e û bêhnek mîna Berçelan û Meydanbelekê tê û dilê te li ber keviyên befrê dihewîne.
Gava Colemêrg, an jî Hekarya rengîn tê gotin di serê pêşîn de gerên govendê, xemla jin û mêran, dîlan û dawetên rengîn têne bîra mirov.
Ji vî warê qedîm, hemû ew reng û tîtalên jîn û jîyara wê hatiye û di xeml û şemla spehî ya govendên binavûdeng de maye.
Erê, ev aliyekî li pêş çav e. Lê hindî diçe ev xweseriya vê herêmê jî ber aşê zemanî dihêre û hindî diçe berze dibe.
Ligel vê dawetên Colemêrgê bi serê xwe bûne kulfeteke giran û bi taybetî li ser pişta feqîr û jaran bûye barekî giran.
Jê re reform lazim in. Hin edet û tetalîd bivê nevê divê li gorî rastî û pêdiviyên demê bêne refîzekirin û hin edet li paş bêne helan û bêne berdan. Mîna xelatên giran, next û qelenên malxirab, ku hin ji wan temet giraniya bûkê zêran bi stû û gerdenan vedikin. Ev ne mesela fors û jêhatinê ye, divê dawet bêne ser qistasên dinyaya îroke û ev edet bêne berdan.
Divê em bizanibin ku mal û menzel bi zêr û zebarê nayêne avakirin; ev tenê bazar e, tiştê bingehîn ku mal û menzelan ava dikit jêk hezkirin e, qîmetdana nirxên mirovahiyê ye. Ne jin malek e ku bi berdêla hinek zêr û malxiraban bête kirrîn ne jî mêr xulamek e weko ku di ‘survivorê’ de ji bo bidestxistina wê zînetê têkoşînê dide. Feqîrek heta bo keç û lawê xwe dawetekê dike, malik lê xirab dibe, di bin deynan de pişta wî dişkê. Ev edetên beredayî û dembiserdeçûyî mîna ewrekî reştarî dikeve ser rengînî û spehîtiya wan dawetên xweşkok.
Ya dîtir, xweş li bîra min e, dema em cehêl û ciwan bûn, êvariyên dawetê, di nav ciwanan de bi kelecaneke dî digerîya.
Gava seremêr vedikişîyan dîwanan û li mala berezavayî an jî li mala zavayî dest bi dîwana şeşbendiyan dikir û stranên dîwankî digotin, cehêl û tolazan jî xwe li govendê germ dikir û bi taybetî wê hingê wan wextan stranên mîna “Erijê wê di korê de”, “Çiyayê Bagokê” dihatin gotin, niha dewr û dewran guherîye, şûna “çiyayê Bagokê” strana “Erik Dalı Gevrektir” hatiye. Îja bi ser de resqa “çifte telli”
Ev lekeyeka gelek kirêt e di nav çavên dawetan de. Ev teqalîd çand û kelepora me jehrî dike û dirizîne. Mîna tu demxeke reş li sûretê zerî esmereke bisbitêl bidî. Mîna tu şîrê helal çend dilopên jehrê bikî nav hingvînî û berdeyê. Eve kurmekî genî ye. Kirêt e. Jeng e. Jehr e. Quzilqurt e û kuştina dawetên me ye.
Ev jehr ji xelat û nextan jî kambaxtir e. Ev jehr tecawiz e. Kî çi bibêje bila bibêje lê ji bo Hekarya rengîn şermeke mezin e, fihêtî û rûreşî ye…
Îja ‘çifte telli’ û quzilqurta bin didanê marî!
Banga min li rûspî û xudanbiryarên Colemêrga rengîn, Hekarya mîran, Gevera xweragir, Şemzînana warê Şêx Ubeydulah, Çelêya warê pismîr û şûngehê Naîrî û Urartuyan: Şerm e! Dawetên me vegerînin ku em bên çend rojên dinyaya kambax kerb û rika xwe deynin rexekî û tê de bi xweşî, kêfê bikin. Bila dawet bo feqîr û desttengan nebin bar, bo jixwerazî û zordestan jî nebin port û nîşandana kîbr û pozbilindiya xwe. Bila dawet, bibin dawet da ku yekrêzî tê de çêbe.
Tekane cihê sosyalîzebûna ciwanên Hekarya ev govend in, wê jî ji destê wan negerin û nekin qurbanî “çifte telli” û qelenên giran…