Gava min ev peyv dinivîsin çend saet mabûn bo cejna Remezanê. Ez du sê roj e, ez li Culemêrgê me.
Ev bajarê çiya, war û welatê mîr û zanayên kurdan, tîna tava Tebaxê ya li ber bayê hûnik ê ji çar aliyan ve bi ser de tê, bi dilgermî me pêşwazî dike.
Culemêrg, warekî bêdeng e. Gava em gihîştin Culemêrgê, piştî saetek duyan di nûçeyan de hate gotin ku li dûvê Pira Helêlê (Depînê) gerîlayan avêtiye ser basgeha polîsan… Heke em bi otobûsa 12.00ê nîvro nehatana em ê bi ser wî şerî hilbana.
Piştî fitarê me berê xwe da sûkê; Êvariyên havînê yên Culemêrgê gelekî bi şên in. Hema bêje xelkê bajêr li ber hûnikahiya şevê xwe davêje kolanan û li nava sûkê peyase dike. Ev êdî bûye kevneşopiyeke vî bajarî. Devê kolanê êvariyan ji hatin û çûyina wesayit û lêsiwareyan tê girtin…
Heke li Culemêrgê te hebe nas û dostekî xwe bibînî, êvarê here sûkê!... Jixwe sûka Culemêrgê devereke berteng e, tenê cadeyeke navendî heye.
Welatê çiya warekî weha ye, vêca helbet gava mijar çiya be, mirov bêyî ku behsa gerîla bike û behsa xwe bidomîne, dê tiştek kêm be.
Duh li Şemzînan, gerîlayan rê li lijneya parlamenteran girt, rojeva welat bi carê de zivirî ser vê helkeftê.
Li Culemêrgê jî, her kes, hemû gotin û axaftin li ser gerîlayan in. Milet bi çavê lehengan li wan dinêre û hêviyên gelek mezin jê dikin.
Hema bêje gerîla bo xelkê herêmê bûye kana moralê.
Bûye jêderka hêvî û ronahiya paşerojê…
Gerîla, çiya û Culemêrg, li ber dilê xelkê vê derê azadî ye, kurd e, Kurdistan e.
Sibê eyd e, bi hêviya ku ev cejn bibe cejna azadî û pêkhatina hemû hêvî û daxwazên gelê kurd û dê û bavên ku çavên wan li riya çiya û hilatina rojê ye, bi vê mirada xwe şa bibin û bi bihara azadiyê, êdî li ser vê axê dilopek dî ya xwînê neyê rêhtin…
Gerîla jî her zarokên vî xelkî ne… Niha jî hêviya vî xelkî ne…
Bi hêviya rojên azad…