Ez bawer dikem, hûn jî wekî min, dilê we hilawêstî, destê we li ser dilî û rojê belkî çend caran vê pirsê ji xwe dikin. Gelo em çend amade ne bo rûdanên mezin, qewmînên giran: afat û oxirmên giran? Nizanim.
Nizanim.. Erê, ez dengê we dibihîzim, hûn jî ji xwe re vê pirsê dikin û vê cabê didin pirsa xwe; nizanim.. nexwe?
Têt gotin, mirov ji her tiştî bêhtir ji vê peyvê “ditirse”, ji ‘nizanim’ê. Rast e, mirov ji tiştê ‘nizane’ ditirse. Çimkî heke bizanibe dê rêyekê jî jê re bibîne; ev rê dê dilê mirovî honiktir bike.
Qenebe dê bibe teseliyek, dê ji xwe re bibêje; min dizanî û min qasî şiyanên xwe berhevî û bergiriyên xwe ji bo vê kawdanê kirin.. jê pê ve êdî “teqdîra Xwedê ye”
Em hemû êdî baş dizanin ku “zelzele” qedera me nîn e. Ji roja dinya ava bûyî vir de ye, her çend sedsalan carekê “qebûşkên erdî dişkên” û rûqala dinyayê xwe dadiweşîne. Ev helkefteke tebîî, xweristê ye. Mîna barîna befir û baranê ye. Tenê em wexta wê nizanin. Belkî hêj teknolojî û zanista me hind pêş neketiye. Kî dizane belkî rojekê berî qewîmîna erdhejê bi rojan em pê bihesin û tevdîrên xwe bigirin..
Axir, jixwe min jî dixwest behsa tevdîran bikem. Ka em, xelkê Colemêrgê, Geverê, Şemzînan, Çelê çend hazir in bo wê erdheja mezin ku zanyar dibêjin dê li erda Colemêrgê jî bide ber xwe? Aya me çi tevdîr bo vê roja giran hene?
Ey gelê Colemêrgê; ey rispî, rêber, serokeşîr, mela, xwenda, pêşeng û serkêşên vî bajarê qedîm! Gaziya min li hewe. Heçî miletê Hekarya ye ji tarîxa xwe ya qedîm ve ye bi tevdîrên xwe tên nasîn, bi tevdîr bin. Hişyar bin. Paşguh nekin û xemsariya di gel Xwedê nabit! Nebêjin ev qedera Xwedê ye, hema çi bêt bila ser çavan bêt.
Hewe hemûyan bi çavên serê xwe dît, pênc bajar di pêncî kêlîk û saniyan de bûn kavil. Serobin bûn. Nêzîkî sed hezar canên ter û tol ji nav me birin.. Du qatê wê, birîndar bûn, qira hinek malbatan hat, bi sedan zarok mane sêwî, bê kes û bê xudan man.
Sistî di vê şolê de çênabit. Bi tevdîr bin. Çi bikeve ser milên hewe wê bikin.
Avahî û xaniyên bêserober berdin. Tevdîr û tifaqa xwe xurt biken. Mil bidin milê hev.
Min nevêt dirêj bikem gotina xwe: hevdu bigirin. Sistiyê nekin.
Pirsa xwe dubare dikim: Gelo Colemêrg çend hazir e bo zelzeleke mezin?
Erê, ez dizanim, hûn ê bibêjin ma heta niha kê çend şiyaye xwe bo oxirmên giran hazir kiriye? Niha hûn dibêjin ma mirov heta mala xwe direve, ji vir pê de biçe kê derê?
Erê, hûn heq in, lê hûn dişên hişyartir bin û guhê xwe bidin şîretên zanyaran. Ka pispor çi dibêjin û wan gotinan bikin guhar û bikin guhê xwe. Li gorî rênimayên bergiriyên bo erdhejan tevbigerin.
Xwedê me hemûyan bistrîne û dasiyek jî di binê pêyên hewe/me neqelibit!