<<mijîdar>>
ligel sira bayê payîzeke xam î xemûş
ji nav mijê tarî bêhna te û pê de pê de
strana xunaveka nerm dadiwerivî ji wê de
-şermoke-
spêde li teşiya demê l’ba dibû bawezîn
dil bi dil heçku ji xunava keserê tevizî
l’ba dibû mij bi tîrka demê; kêlî bi kêlî
ji dengekî qedîfeyî "ez û tu" bê bask fir diden
çar bihost û sê tilî dûrî min î, sê dengî distrî
hey hoooooo “ez û tu” bêsroşûn di mijekî gurêx
“ez û tu” kesereke bê peyvîn, bê levizîn
em, bi wê kulê her û her perpitîn lê netevizîn
ez û tu, bi wê kovanê daîm tevizîn lê negevizîn
em, bi wê êşê kulecergî bûn lê neheriftîn
di mijê çavê te de xunaveke darivîn
reşpeşkê avêt ser bişirîna li ziryokan şînbûyî
hey mijê çavê min, bes bimije kejîka nav lûlikên min
ee –z-j
ji wê zaroktiyê hatime
min serê xwe bi baranan dişûşt
cilên min li ser min zuha dibûn
û
di girîna xwe re bi xew re diçûm
tav
li ser rûyê min ê nerm diqemirî
û
di şerê ba û dûxanê de pora min dibû şima
lîçê difna min di hinarûkan ve diqerisî
şopa sermayê
pişta destê min xwînelokî dihişt
ji hemû bêhnan
bêhna kenê dayika min qermiçûkên dilê min vedida
û ezmanê min dikir sayî
e –z-j
ji wê mezinahiyê hatime
biçûkatî tê de kuştî
<<yad>>
biçûk diperpitî dil, heko biçûk bû gelek “xweş-rewan” çargavî lêdida
ring ring, te digot qey şirika barana nîsanê ye
bêhneke nerm ji gelî dihat: bi lewnê pûnga merzê avê bi ser gezingê de
na na eve bêhna baranê bû, li bin konê reş xunava xwe dadikir parzinî
-çi şeveke reş û tarî wey jaro dilo baranek hûr dibarî-
ji dengê bavo û Mistefayê Reşo pala wan bi stirka nivînan ve,
wê demê baranê dilorand, stranê deng vedida; stranê lê vedigêran
fanûsê şerenîx bû li gel bayê kurr dilerizî, diperpitî û rûyê baranê maçî dikir
yad-I
-îlala evne yêt mal hatin.. îlala îlala xwezî dilî-
firk ketiye lingê babo, kelêja keko ketiye: aşbetal e îro
koça bo zoma jorî, li pişta wî pesarî dê bimîne; ha evro ye ha ewro
-çi şeveke reş û tarî wey nemawo dilo çi baraneke xweş darêtê-
hey dad, hey dad: kîjan berperî bikim yad, nayab e xewna ber baranê na-yabo
xew avêt devê dolan, gelî bûn şape yadê ax yadê! bêhna axê çi xweş tête min!
yad-II
hin xewn dubare nabineve û av du caran di gerekê de xîzê maçî nakiteve
-weylala, evne yêt mal nehatin, wey li minê jarê pepûkê, wîî dara serê rêyan
çi şeveke reş û tarî wey jaro dilo baranê lê nekir û bêhna ava sar têt ji yadîgaran
fanûs pelîtê xwe dixwe û bîrhatin parzûnga xwe didin pişta xwe û diçin ji waran
dadê kade pahtibûn bo rê, kulmek kizwan, çengek tûhişk xistibûn binê xelitkê piştê
hemû rê li çaryanekê diqelibîn bo destpêka rêyine dinê, rê diçû digihîşte şiverê
baranên spîşevî dadiwerivîn bi xwinav xwinav, bi çirke çirke di ser şevê
ez biçûk bûm û qet mezin nebûm
çi şeveke reş û tarî, ax çi baraneke hûr barî bi ser dilê min de
baran e li hemû kesî nabare qasî hemûşkan, hinekan lims hinekan çirk
ez mame bin barana şevê di fîrqetê, ligel dengê babo û Mistefayê Reşo,
li Zomkê, li bin konê reş, gava baran hûr hûr dibarî û peşkên wê bi ser stranê de diçiripî
diçiriskî
xewa min dihat û sibe ez ê mezin nebibam û çu carê ez ê ji wê xewê hişyar nebibam
-de lorî lorî
babo heyran, dayê gorî-