Bo çi bihara me nayê?

Omer Dilsoz

Ev çend sal e, agir baran e
Navê vê êşê, kuştin û talan e
Kulîlkek vedibe, bihar ne xuyan e
Riya aqilî, barekî giran e
Bo çi bihar nayê, her zivistan e?

Gava em zarok bûn, mezinên me ji bo me çîrokek digot. Li gorî vê, li pişt Çiyayê Qafê xelkek bi navê acûş û macûş (yesûş-mesûş) heye. Her roj heta êvarî vî çiyayê dialîsin, kêmek dimîne ku ev çiya bihele û roj xwe radestî şevê dike. Roja paştir gava hişyar dibin da ku kêma mayî jî bixwin û bêne dinyayê, dibînin ku ew çiya wekî ku qet destê xwe nedanê, wekî berê sax bûye.

Mesela “aştî” û “çareserkirina pirsa kurdî” ya li vî welatî jî wekî vê efsaneya Çiyayê Qafê û Acûş-Macûşan e: Tu dibînî, pêlek tê; Agirê rik û kînê sar dibe, gotinên xweşik cihê yên tûj digirin, hêvî li her derê wekî berfîn û pîvokeke destê biharê, hêdî hêdî serî dihilîne. Her kes çendekê ji bêhna kuştin û mirinê vedihese û wekî ku dê “hin tiştên xweş çêbin” her kes berê xwe bi aliyê “biharê” dizivirîne.

Paşê her wekî “destekî nepenî” xwe têkilî vê hêviyê dike û wê dîsa dide ber agirî, wisa her tişt li sertapê dest pê dike û hespên tirsê li meydanê didine çargavan.

Dîsa “çavên dê ji bo ku aştiyê li bîbika çavên zarokan biçînin” vebibin, ji nişkê ve dê “tarî” bibin û “mirin” li dilê dayikan bête dadan û darbest li ser darbestan bêne rakirin.

Zarok, dê dîsa çav li asoyan hilawîstî…

Hêvî, di nav agirê har de nalenalê bike.

   …

Niha dîsa tevneke nû tête raçandin: Dewleta Tirkiyeyê, di van rojên ku Lîbya ji nû ve ava dibe, rejîma Sûriyê li ber sekratê û Îran li ser devê lûleya tivengê de, ji bo agirê bi daw û damenên xwe ve vemirîne, çekên xwe yên nû diceribîne.

Malûm e, dê vê payizê amadekariyên Makeqanûneke Nû bêne meşandin, li ser bazara maseyê, dewlet çu carê dê nexwaze muxalefeteke xurt a xwedan daxwazên berfireh a kurd, beramberî xwe bibîne. Ji bo vê, dixwaze çend “sîle û balyozên” xurt li serê “Siyaseta Kurd” bixe û wê bi awayekî sergêjkirî li ser maseyê, bi pariyê “herî kêm” razî bike.

Berevajiyê wê, aliyê kurd jî ji bo tîrenda xwe bilindtir bike û bi daxwazên berfirehtir xwe “bide qebûlkirin” –hem li raya giştî ya navxweyî hem jî ya derve-  tişta ji destî bê dê texsîr neke.

Rojên li ber me, mimkûn e, pêşketinên gelekî surprîz biqewimin. Niha, bayê siyaseta Tirkiyeyê di hêlekana kurd û doza wan de, li çepûçûrên gelekî zirav û teng digere. Labîrentek e ku tim vedigere heman derê, mimkûn e, bi carê de her tişt serobin bûbe.

Ev berêkdan gelekî zehmet e.  

Bihar, her tim li dû zivistanê tê.      

Ev hêvî dihêle ku em xwe li gotina  “Kesê ku tiştan xweş dibîne, xweş difikire; kesê ku xweş difikire, xewna xweş dibîne. Kesê ku xewna xweş dibîne, lezzetê ji jiyana xwe digire. (Munazerat- Seîdê Kurdî)” bigirin û bi vê perspektîfê kawdan û pêşveçûnan binirxînin.

“Dûmahîka hemû kendalan nişîvî ye” gotiye pêşiyên me kurdan; vêca, em jî ji bo “bihara kurdî” li welatê xwe bibînin,  diviya baweriya xwe bi “van rastiyên ku ber û fêqiyê ked û giyandaneke gelekî salan e” biînin û ji bo zûtir ev bihara kurdî bixemile, li nirx û rûmetên xwe bibin xwedî.

Ez wisa bawer dikim,

-Rojên azad nêzîk in.     

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (3)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.