Devera Çelê heta ku digihêje paniya Rêjgareyê, ku Geliyê Tiyarê, Tixûbenavê, Gûzereş û Xanê li xwe digire, devereke taybet û bihûşteke nepenî ya ber dilê Zagrosan e.
Ev devera ku çiya mil daye çiyayî xwedan geliyên kûr, avên sar û tezî, zozanên bilind û bihûştî, asêgeheke xweser a welatê Naîriyan e.
Ji keleh û qesrên Çelê heta bi dehan kelehên çiyayî yên weke Keleha Qesrê û ya Sêmoran, Keleha Keşkanê, Xazkêla ku xwedan efsaneyeke qedîm e, bi dehan dêr û atêşgehên ji serdema Urartu û Medan mane, di vê bihûşta bêhempa de veşartî ne.
Ev navsera çiyayî ku malovaniya Eşîra Pinyaniş û Ertûşî û Xaniyan kiriye, di dîrokeke dûr û dirêj de weke tîmsala pêkvejiyanê bûye hêlîn û şûnewar bo Kurd, Nastûrî, Êzdî, Cihûyan. Li vê derê çanda xweşbînî û pêkvejiyanê de pala xwe daye ber siya çiya û zozanên Gare û Sermedarî û weke keleheke suriştî xwe ji her cure dagirkariyê parastiye.
Balkêş e, heta berî 20 salan jî li gundên ber binar û pesarên vê deverê şiyane jiyana xwe bi ser guhana zevî û zozanên vê dayika pîroz bikin û ev dever, xwerû bi çandeke neolîtîk û suriştî jiyan di xwe de hewandiye û heta berî sînga vê sedsalê ev teşe jiyana neolîtîk bi xwe re aniye.
Li vê deverê, heta berî bîst salan jî ji bilî xwê, sabûn, neft, cil û berg (perûk dianîn û bi kurincê dirêstin), -çanda tevn û rîsî jî li vê derê hebûye- her tiştê xwe wan bi xwe berhem înaye û çêkiriye.
Ji ber vê jî, ev devera xwe kariye abûra xwe ji zikê axa xwe û çilixtên çiyayên xwe pêk bîne; kesateyek xwebawer û têgihîştî, azad û taybet ê xwedî taybetmendiyên çanda neolîtîk li xwe wergirtine.
Devera Çelê, ku gelî û bintarên wê xwedî surişteke nîv-tropîkal e, devereke têr adan e; hema bêje her cure fêkî; tirî heta bi hinarê, hejîr heta bi gûzê, her cure dikak; xiyar heta bi zebeşê, fasûlî heta bi gilgil û bi taybetî jî birincê wê gelekî bi ber û xweş e.
Ev bihûşta nekifşkirî ya li dilê Kurdistanê van rojan malovaniya festîvalekê dike.
Hêvîya me ew e ku bi vê wesîleyê delîve bo nasîna vê deverê çêbin û piştî ku aramî ket dinyayê û doza Kurd û Kurdistanê dageriya ser mecrayeke siyasî û siya çek û agirî hinekî çisiya, bo avedankirina vê herêmê hewldanên taybet bêne kirin û weke navendeke turîzma çandî ya Kurdistanê –wek deverên hêjayî dîtinê- cihê heq kiriye bi dest bixe.
Çelê, bi rastî jî genc û xizîneke veşartî ya rengînî û spehîtiya Kurdistanê ye.
Kengî hûn çûn, we Gare û Sermedar dît; Li ser kanî û ber keviyên ava wê, li nav mêrg û çîmenên wê kesera dilê xwe ber wan nêrgizên latan, asmînan devê kaniyan, sosinên lêva bîjiyan verevand, hingê hûn ê têbigihêjin ka ez dibêjim çi!...
Li gorî saloxa Şaredarê Çelê Festîval 24-25ê Xizîrana 2013ê ye. Ser xêrê bit!
-Da biçine zozanan
Zozan ku xweş in…