Kelegerma havînê. Pileya germê ku hinek caran dakeve bin 39ê, wê rojê ji me re bihar e; em dibêjin, “ohhh! Îro çi honik e, tu dibêjî qey feraşîn e, zozan e.”
Lê germa Amedê germeke fetisok nîn e. Erê piçekî disoje; erê erê ji piçekî zêdetir lê nafetisîne. Hema bêje germeşo dike, belkî çend kelên din bênê dê bête qaydê xwarinê.
Bêguman bi dewleserê klîmayan mirov xwe baweşîn dikin ji germê, lê ev malneketên klîmayan jî hestîkên meriv hişk dikin. Bêguman her tiştî berdêleka xwe heye û ew jî beramberî çend pif hûnkahiyê bayê xwe di laşê mirovan digerîne. Mirov hê di ciwaniya umrê xwe de dibe piştêş.
Erê, navroja Amedê her çend bikele jî êvaran heta qebalekê dinya honik dibe û pileya germe carina heta 28-26 pileyê dadikeve. Navbera germahiya bi ser 40 pile ya navrojê û ya êvarê de nêzî 15, carina 20 pile ferq çêdibe. Ew jî dihêle ku bi şikestina tîna rojê re û sarbûna sincirîna tîhna navrojê re êdî li derve park û seyrangeh, li malan jî şaneşîn dibin jîngehên nû ji şêniyên Amedê re.
Amed, havînê bajarê balkonan e. Êdî ode têne berdan û hemû kum û kulfet li balkonê kom dibe. Mala nû, an jî havîngeha nava malê êdî honkahiya balkonan e. Kêmî kêm sê çar meh sax jiyan êvaran li balkonan derbas dibe li Amedê.
Bêguman ez vê li gorî terzê jiyana xwe û çîn û statûya xwe ya civakî dibêjim. Helbet kesine hene bi havînê re xwe davêjin serhedan, xwe davêjin bajarên perrên behran, xwe diavêjin ber gol û gundên hênik ên nêzî çiya û zozanan û hinek kes jî hene ku heta nîveka payizê venagerin Amedê û jiyana xwe li banekiyan, li gundewarên geştûguzarê yên deverên honik derbas dikin. Qala me ne ser wana ye.
Herweha li perê nû yê bajêr, di nav gelek sîteyan de jixwe melevanîgeh hene û kelegerma havînê ji wana re jî firek avê ye.
Bajarên mezin, helbet derfetên xwe jî pir hene, ligel vê heçî bajarên mezin in ligel derfetan desttengî û zehmetiyên xwe jî pir hene. Warên nekok in û jar û heyî, pirderfetî û destengî li kêleka hev in, yanî bajarên weha çend rûyên wan hene. Piranî her kes di nav qoşxaneya xwe de dikele. Kes zû bi zû ber bayê kesê nakeve. Her teyr bi refa xwe…
Vêca ez vegerim semta xwe û behsa xwe bikim. Heke karekî neçarî nebe, nava rojê, zû bi zû kesên wek min, di xwe re nabînin ji kozika xwe derkevin. Hemin tu ê li otobûsa şaredariyê, an li otobûsa taybet a gel an jî minîbûsê siwar bibî. Nava wê wek nava hemamê ye. Hilma mirovan, bêhna xwêdanê û klîmaya ku piranî bayê germ jê tê..
Xweşbextane ye, gava te karta xwe li cihê xwendina kartan a otobûsê da, bi “dembaşeke kubar” pêşwaziya te dike. Tu dibînî ku bişirînek di bin simbêlan re tê û xwe li rûyê te dide. Makîne bi kurdî te pêşwazî dike. Heçî sil heçî aş, lê ev “dem baş” piçekî kelegerma Amedê honik dike ser dilê te. (hesta aîtbûnê tête te) Romantîzma kurdên welatperwer ên bajarî, hemin ku tiştekî weha hebe, ev ev tişt e.
Paşê rawestgeh bi rawestgeh hinan rêwî zêde dibin, hinan kêm dibin heta digihêjî semta bajarê qedîm, ango “dagkapiyê” ji qewlê me çend kurdên dilxwede miletperwer, Deriyê Çiyê, bi taybetî li wê rawestgeha dev dibistanê, ber lêva sûran, ku tu jê re dibêjî, “rawestgeha pîr û kalan” peya dibî.
Cihê ecêbiyê ye, çu danê rojê, ev rawestgeh vala nîn e. Ji bilî wan şêniyên ji dirûvê wan diyar e ku berê xwe dane nexweşxaneyê, hema bêj piranî jî pîr û kal li vir xwe li benda otobûsê digirin. Çimkî hemin xwedan karta belaş in, ha JINKART jî derket, êdî hemin rawestgeheke wan jî dê çêbe; îja heçî ev pîr û kal in, ji her hal û rewşa wan xuya ye ku niştecihên qedîm ên nava Sûran in. Diyar e, çend barên umrê wan li van texman derbas bûne û niha, xwedê feleka wan gerandiye, law û keçên wan mezin bûne, xwendine, bûne xwedan mal û menzel, li perê rojava yê bajêr, li Qeyapinar, Otogarê, derdora Stada Nû ya Amedê ji xwe re di wan bajêrgeyên modern ên xwedan melevanîgeh û fireh û hêşîn de çend xanî, daîre kirrîne, lê sebra wan li vir nayê. Bêhna bedenan wan dikişîne û bi tarîgewrikê re, tu dibînî ku berî memûr biçin ser karê xwe, otobûs devîdev tijî ne ji van pîr û kalan, û li wê rawestgeha dev Sûran, peyar dibin.
Hemin bajêr, xwedan bîreke kûr e. Nexasim ev hilm û gurma bajarê qedîm naşibe çu tiştî. Nexwe wekî din, tu dibînî modernîzm û avasaziya wê, zêde bîr bo şêniyên bajêr çênake. Hêj duh li ser minûbûs û otobûsan rawestgeha GALERÎA hebû, niha ew nav tenê zeviyeke ving û vala û li ser minûbûsan jî ev nav nemaye. Û gelek mekan û şûngehên din ên derakî, çawan tên wek neyî jî diçin bêyî hilma xwe bidin ser hivza bajêr. Çimkî heçî Amed e, hivza wê kevirên reş in, ava Dîjleyê ye, bêhna rihanên ber şikefta Fîsqeyê ne.
Îja pîrekalên min û te, navroja xwe bi şivanxeweke sivik di ber klîmayên Mizgefta Mezin derbas dikin û çawan piçek tîhna rojê dişkê xwe diavêjin ber bedenan. Ew û zeman, û ew û sûr, eyamên xweş bi hev re digerînin.
Îja, ez jî li wir peya dibim wê berêvara Tîrmehê. Îro ewrên ji şeva dî ve ye xwe diguvaştin û rondik dibarandin, ewrên ku gurz û rimên xwe li hev dadiweşandin û şîrqînî bi esmanê Ameda xunavgirtî dixist, niha bi şeh û kameke xunavgirtî kelegerma Amedê ser bedena min a havî dikin şîrêj û çi nemaye cil û bergên min bi min ve bizeliqin.
Ez ê îro dîsa xwe bavêjim ber siya bedenan. Dîsa guh bidim pêjna kevirên belek ên ji dilê Qerejdaxê pekiyane û ez ê hemû deng û nalînên bajêr di dilê xwe de bipêçim. Ez zanim, ez û ew hevdu fam dikin.
Bêhnek din Dîjo û dayika xwe dê biçin malê, ez û Mîro dê li ber paxila Amîdayê di navbera zemanan de peyasê bikin. Mîro dê bo caran pêşîn li hespekî siwar bibe û dê bo cara pêşîn bi bavê xwe re li doranên Hezretî Silêman, ku ew mabed gava mirov ji ser Sûran ve lê temaşe dike, ji mizgeftê bêhtir dişibe mabeda qral Silêman, çend kêlîkên xweş ji tîhna tava nerm a berêvarî ramûsin. Rabûsan, ango bûseya çavê Rojê; ango ramûska tavê ya nerm, dê bibe xunava dilê bajêr û wê strana qedîm ji me re vebêje: Gaveke din were pêş, gaveke din xwe berde nava dilê min! careke din min bihewîne Amed di nav dilê sûrên xwe, ligel sirên xwe!
Amed, bajarê xweşkok, warê bi her tiştê xwe germ…
De ka germ bibe ser seqema dilê min!