A rast, min dil nebû li ser pêşveçûnan binivîsim.
Jixwe xwedanê kiryarê kiryara xwe, xwedanê biryarê biryara xwe û xwedanê gotinê gotina xwe dibêje îro.
A dimîne ser me, a qenc ew e, em hinekî ‘sebr’ bikin, bi bêhna fireh li benda pêşveçûnê bin.
Çi ko îro ‘tiştê gelekan dixwest pêk bê’ li ber e û alî berikên xwe dibin ber hev.
Îro maseyek hatiye danîn; Aliyek wê PKK û aliyê dî dewleta Tirk rûniştiye. Jixwe ji zû de diviya weha bûya; Yên şer dikin ew in û heke çareseriyek çêbe jî ew ê çêkin çi ko yê şerker çêtir dizane ka derdê wî çi ye.
A dikeve ber para me, heke gotin û giliyek me hebe; em ê jî bi riya nivîsê bizavê bikin wê derbirînin û bigihînin xwende û dilsozên vî zimanî.
A dimîne ber me, paletiya bo zimanekî ye ku bişên derbirînê di hiş û bîra wê bikin û hest û pestên xwe pê bidine rû.
A me, tenê nivîs e û ew e ku li welatê xwe em bişên ala vî zimanê ku kodên jêrehişa xwe ji Şaredewletên Huryanî digire û hişmendiya xwe li ser kelepûra avaker a dîroka çend hezar salî dinimîne û ava dike.
A dikeve ber me, ew e ku bo me çira û ronahiya vî zimanî her geş û rewneqdar bimîne û ‘ala kurdînî ya pîroz’ bi gotina Xanîyê xamehilgir, ‘li banê gerdûn’ bête daçikandin.
A me, ne gotin lê ji dil û hinavê ‘sotin’ e ku em bişên bi êzingên ruhê xwe tenûra kurdîniyê geş û şaryayî bihêlin ku ji genimê xaka Gutî û Lûlû, Med û Mîtaniyan nanê bi Kurdî bipêjin û zeviya azadiyê bi gîsnê Gamêşên li pey nemiriyê bireşînin.
A dimîne para me, ne biryar û xwe lê girtin û pêgiriya bi tevnên ku dê bêne raçandin e, lê a me çandina ruhekî azade, tovavêtina hizreke rizgariyane û avdana aqilekî mirovane –gerdûnhez, jiyanperêz, jîngehparêz, zayendparêz…- ye.
Ji ber wê ez vê pêlê naxwazim serê xwe zêde bi ‘teorî’ û ‘komployan’ ve biêşînim.
Jixwe vê gavê ‘avê cihoka xwe vedaye û xuşoxuş diherike û verêj diçe.
Pirs bi a min divê ev be, “ev verêj ber bi kî derê ve ye?”
Dirêj nakim, a ber min dikeve, ew e ku vê pêlê ez ji bo hemû senaryonên piştî zelalbûna vê ava şêlo bikaribim –em bikaribin- çirayê hêviya xwe netefînin û li ser piyan binînin.
Va ye, bihar tê û kifş e ku ev bihar dê gelekî bi liv û tevger be.
Konsepta nû, wê li me ferz dike ku em bi geş û gurtir zend û bendên xwe bişîdinin û xwedîtiyê li nirx û heyînên xwe yên ‘neteweyî’ bikin.
Bi taybetî jî ziman û dîsa ziman!
Ev pêvajo ber bi kî derê ve biçe jî divê em zimanê xwe nehêlin ber dîwaran sêwî û stûxwar û ragihêjinê û wî li bircên paşerojê bikine Keykuwas û ala azadiyê li ser bibaweşînin.
Îro, tenê tiştek dimîne bara me, divê em xwe ji bêxîretî û nezaniyê daweşînin.
Îro, di sêçerxa teng û çepûxarî de, divê em nexapin!
Bi kurt û kurmancî, şerê man û nemanê hê ji nû dest pê dike…