Wextê ku kuliyên berfê ji esmanê şînda dibariyan erdi
wê demê hin fikrên xemgîn dikevin dilê mirov. Ezizê min! Ev fıkîr û ramanene yên feqîriyê ne, bila xelet neyêt fehm kirin, ne ji feqîriya aborî; ya ji bêkesî û paşvedayînê ye. Îro vêde gerek em kar û xebatên xwe paşve neden.
Belê, wek me despêkê de jî got; berf ji esmanê şînda dibariya, wî wextî em xemgîn dibûn. Bi rastî, şerê di gel demsalê pir girîng dibû. Zarû(zarok) nexweş dibûn, hekîm û loqman peyda nedibûn, dayîk diketne ber halê xwe û qîrîniyêt wan erd ker ker dikirin; hin gavan jî dibû şerm, dikete nav dilê wan
Belê ya herî mezin jî şerma bava bû; ew, şermên xwe de diqehirîn û qehrên xwe de diteqiyan, lê nedikarin çi çare biken... Caran bedenê xwe dikirin mertal, caran ji destê xwe dikirin şîr(şûr) , caran jî ronikên çavên wan dibûn tîr
Êca piştî berfê esîman jî xemgîn dibûn û xemên xwe de hêstir dibarandin. Me digot ev baran e, lê belê me baş dizanîbû jî ku ev hêstên Xwuda bûn.
Kurd, rastî vê jiyanê de gelek caran digehiştin bahara, gelek caran jî ser wan da ewrên reş dikeniyan, wek heyvanên mirovxwor
Gelo! heyvanek wiha, ji dîroka mîtolojiyê de jî peyda dibe; ez baver im herkes, zêdehî gelê kurd û di gel gelên din ên cîhanê hemû dizanin.
Dibên di warekê de zalimek peyda dibe, navê wî Dehaq bû ye. Gelên wi warî jî hemû kurd bûn e.
Zalim Dehaq qesrek bi dur û cewheratan çêkirî bû li serî bajêr, ango cihê herî bilind. Nava wê qesrê da di dinê de mirov çi xwasti ba peyda dibû. Dibên keçên ku, ji nû jinantiya xwe fehm dikirin; wan e rût(rûs) wek dayîka xwe hatini dinyayê, wesa di xizmeta dehaq û leşkerên wî dikirin.
Şev û rojan wan, zilm dibarandin ser bajariyan, keda wan dikirin ganimet dibirin qesrêda... Gel wesa di zivirî bûna qesra dur û cewheratan keçên hêj tifal radikirin reqasa û fêqiyê rezên bajêriyan keyfan de diçûn tavêtin bin piyên xwe. Wan e hin barbar û zilmkar bûn ku yêt dixawrin, dixwarin yên din jî tavêtin bin dest piyên dewar û hepsên xwe.
Ew zilm e hin bilind bû ku esmanî de roj dixeyirî caran
Sal derbas bûn, zilm hêj mezin dibû, nalîn û kalîn diketin nav dol û çiyayên bajêr de.
Şerma mirovahiyê cem wan e tu ne bû.
Rojekê zalim Dehaq ji xew rabû mêze kir ku du mar li ser milê wî de şîn bûn e. Êş û elemên wî hin qas zêde bûn wî tab nedikir ber wê êşê. Xeber gihiştandin loqman û hekimên dinyayê yên erş û ezîmê,lê belê çare peyda nebûn. Zalim Dehaq ber êşên xwe wek heyvanên mîtolojîk di qîrî û gazî dikir,lê belê bêfeyde bû. Dibêjin bo wî derdî çend dur û cewheratên xwe kirin diyarî(yadîgar) ji bo tebîb a. Yek ji wan derket û gotê tu zarokê kurdan yên xort bîne û mêjiyê wan bixwî tu yê silamet bî...
Li ser wan gotinane Dehaq leşkerê xwe rêdike nava bajêr û çend zarokên kurdan yên cahêl tînin û tebeqa serê wan bisaxî li ser radiken û mêjiyê wan didene Dehaqî. Wexta ku mêjiyê wan zarokan dixwar bêhna wî dihat cih, êşê wî tena dibûn. Keyfan de ku êdî nedizanî bû dê çi bike.
Ev fêle bû rojevî, hero(her roj) diçûn zarokek kurdan di anîn û mêjiyê wî didane zilmkar Dehaqî.
Gelek sal û zeman ser de derbas bûn û ew zilm e bêrawestan devam kir.
Wî bajari da hesinkarek pir zana û pêşveçû yî hebû ye. Ew î hesin di axê de derdixist û di gura agir de diheland û dikir mertal, şîr û çend lazimiyên bajariyan(yên ceng ê).
Navê wî hesinkarî, Kawa bû ye. Bajariyan ji bo nasînê digotine wî Kawayê Hesinkar.
Zilmkar Dehaq, mêjiyê kurêt Kawayê Hesinkar hemû xawrî bûn.Lê tenê yek ma bû.
Wek me destpêkê de jî got, pişt berfê wextê ku baran dihat, me fehm dikir baran têt û bihar hat... Belê ji bo wan bajêriyan tu caran bihar nedihat.
Lê belê wê salê gava av ket riha(koka) dara, bihar keniya
Derê mala Kawa xistin leşkerên Dehaq, gotinê de dora lawê te ye. Kawa wiha got, herin bêjin Dehaq, dê Kawa lawikê xwe ji destê xwe pêşkeşî wî biket. Ew daxwaza wi ye. Leşker kişiyan qesra dur û cewheratan.
Kawa jî çû hesingeha xwe.
Ew e çend wext(zeman) bû ku Kawa ji penive hesin kiribûn şîr û mertal, ew şîr û mertal hemû derêxistin û belav bajêriyan kir.
Gote bajêriyan min zanî êdî lazim e ku em bin vê zilmê de derkevin. Ber wê hindê min hesin hemû kirine şîr û mertal, bahaneya lawê xwe ez ê biçim e qesra Dehaqî, min şîrek ji xwe re çêkiriye, gava pora mirov bikeve ser wî qetdibe. Ez wê baweriyê de me ku ez ê Dehaq serjê bikem, hekî min şiya serê wî jêkim, ez ê li serê qesrê de agirekî hil bikim. Wê gavê hûn bigehin tana min, ca em ji leşkerê wî telifînin. Bila zarok û jinkên me jî dest dene hev şahî, dîlan û gazî bikin.
Serê sibê Kawa û lawê xwe derketin rê û çûn ji bo qesra Dehaq.
Heynê ket hizûra Dehaq gelek xwînsar bû, gote Dehaqî; Ey! Dehaqê mezin ji bo êşên te min mêjiyê lawê xwe anî. Wê gavê marên li ser milê wî dikeyfxweşiyên xwe de wek gura didanên(diran) xwe tûj dikirin
Kawa benda derfetekî wiha bu
Bin kewşa xwe de şîrê xwe kêşa û evilî serê Dehaqê xwînxwar jêkir.
Paşê jî serê herdu maran
û çû ser birca qesra Dehaqî agir hilkir û serê Dehaqî ji bircê ve hilavêst
Çend şîr û mertaliyên bajêrî hemû kişiyan qesra dur û cewheratan û dilekî revneqî bêhna azadiyê kêşandin e cergê xwe
Dibên ew roj, roja azadiyê ye û dîrok 21"ê Adarê bû ye.
Roj û şev bûn wek êkudu û bêhna biharê ketibû nav azadiyê.Di çiyayan de gule newroz derkevtin û dilan de jî azadî şîn bû...
* Ser vê nivîsê keda birêz Evliya Alkan heye, Brêz Alkan'ra spas dikim.