Malûm e, van rojan, dinya bi dorê ‘edalet’ bi zorê, di kelekela xwe de, rojev germ û dinermije... Li Tirkiyeyê, piştî ‘skandala’ doxîna KevneSerokê CHP’ê Deniz Baykal ron û aşkere bû, teoriyên komployê ji herzêla her kesî bilq û bilq derketin ser rûyê berikê.
Di bin tîrebarana gotegotên ‘referandum û guhartina hin xal û bendên Makeqanûnê’ de, kurdên me, piştî seradan û dîplomasiya ber bi Amerîkayê ve (her çend piçekî dereng be jî) dê van rojan ‘roja zimanê kurdî’ pîroz bikin. (Malûm e, belkî hayê nîvê civakê ji vê rojê jî tune be)
Li Iraqê, avakirina hikûmeta nû, wekî çîroka ‘hezar û şevekê’ dirêj û hey dirêj bû; kuştin, kaos û bêhizûrî li piraniya vî welatî reşkê şevê ye.
Îran, bi bidarvekirinê dikele û li Rojhilatê Kurdistanê, agirê teqînên mezin li binê dikele û dikelije.
Li Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) rojnamevanekî ciwan, hat kuştin... Di ajansan de hate ragihandin ku Serdeşt Osman, bi awayekî ji ber deriyê Zanîngeha Selahedînê hatiye revandin û dûvre li Mûsilê cesedê wî hatiye dîtin.
Di Azadiya Welat de derket; nivîskarê kurd Hemîd Dilbahar, li Girtîgeha Erziromê ‘tazî’ hatiye hiştin. Destekî cilan jî belkî jê re gelek hatiye dîtin. Ji aliyê ANF’ê ve hate belavkirin, 166 sal û 6 heyv cezayê girtîgehê li Vedat Kurşun ê KevneXwediyê Îmtiyazê yê Azadiya Welat hatiye birrîn. (Bi her hal, heke 66 salên din bijî jî, dê 100 salan ji dewletê re qerdar/deyndar bimîne)
Ji doxîna Baykal bigirin heta 166 salên li Vedatê me hatine birrîn; ji bisêdaredan û bidarvekirina 4+1 şoreşger-kurdên Îranê heta bi kuştina rojnamevan Serdeşt Osman...şûrê ‘edaleta gewre’ dîsa bo hinekan ‘birre û dirr e’ bo hinekan jî ‘ko û kol e.’
Di Tewradê de hatiye; hûn dizanin Benî Israîlî kengî ji rê derketin û ji bo çi bûne neqenc? Hingê, kengî wan, ‘terazûya edaletê’ bo hinên li ser bircan ‘cuda’ bo yên bin ‘bircan’ cudatir bi kar anî û wezinand, hingê hevîrê civakê şikeva bû û bi ser de çû...
Mesele, ‘ser birc’ û ‘jêr birc’ e, ango, hevsenga ‘edaletê’ ya bo xwedan paye û bêpayeyan e.
Edalet, heta ku ji bo her kesî, bi heman nêzî û dûriyê nebe, dê 166 salên dîtir, ev xwîn her û her birije, ev birîn her û her bikele... (Ma 166 sal emrê vê komarê maye?!)
...
Welhasil, berî roja ‘ziman’ û piştî roja ‘ziman’, berî 166 salan û piştî wan, wekî ku pêşiyên me kurdan dibêjin, “Av, li şûna xwe cuha xwe çêdike”...
Dîrokê, hin ‘helkeft’ an jî hin ‘lêhatin’ carina ‘dinivîsin’, lê ‘edalet’ her tim kirû û fênomeneke wekî xîm û binemayê civakê; li cihê ku hevîrê edaletê şikeva bû, berî her tişt ‘kesayet’ dirize...
Jixwe, bi rizîna wê, tu tişt ‘sax’ namîne...
...
Ez, Vedat Kurşun dinasim, çend salan em di malekê de bi hev re man; ez, ew û çend xebatkarên dîtir ên rojnameya Azadiya Welat...
Ez, naxwazim li pişt mirovan gotegotan bikin; lê, Vedat, her dem dê bi ‘camêrîya xwe’ li bîra min be... Dilpak û dilsozê karê xwe bû... pir nediaxivî, belkî heta 166 salan gotinên xwe vedişartin, kî dizane... Lê ez pir meraq dikim; gelo ma Vedat çi sûc kiriye, çend war û welat ‘şewitandine’ ku bi 166 salan bête cezakirin?
...
166 salan em ê bi kurdî binivîsin; bila her kudek, 166 rojnameyên ku Vedat Kurşun ji ber wê ceza xwar, li 166 kesan belav bike...
Werin, em sibê, di “Roja Kurdî” de 166 rojnameyan bo her saleke Vedat Kurşun, li 166 ‘Vedatan’ belav bikin...
De qewet be!