Gelî dostan,
Îro 1ê Nîsanê ye, ez ê henekekê li we bikim…
De kerem kin, li ser tenduristiya zarokan ‘wergereke xwe’ bi we re parve dikim.
DANÊ ŞÎVÊ TENÊ DEMA XWARINÊ NÎN E
Zarok tiştê li derdora xwe dibîne weke wê dike. Dayik û bavên ku xwarineke bi adab nexwin nikarin vê nîşanî zarokên xwe jî bidin. Di saetên bi rêk û pêk de xwarinên bikêr û xweş bixwin û ji zarokê xwe re jî bibin nimûne.
Dê û bav ji zad û xwarinên dikevin malê berpirsyar in. Zad û xwarinên paqij û bikêr bila li dora zarokê we hebin, ev ê bibe sebeb ku heta dawiya emrê xwe zarokê we jî xwarinên baş û bi tendurist hilbijêre.
Danê xwarinê malbat tê ser hev zarokê we bi xwarinên bi tendurist baş mezin dibe û di heman demê de ji bo jiyaneke bextewar û komelî fêrî reftaran bikêr dibe.
SÊ, DU, YEK...DE HADÊ BAZDE SER SIFRÊ!
Zarokê xwe bo dema xwarinê amade bikin. Berî xwarinê bi 5 deqeyan hişyar bikin, demê bidinê ku xwe hazir bikin û destên xwe bişon/destrû vedin. Zarokê aciz, bi kelecan dibe ku heta bo xwarinê amade bibe hinekî dem bikêşe.
Gava hûn dixwazin bo zarokê xwe zadên cuda bikirin jîr û hizirdaner bin.
Nerm bin, heke zarokê we hewl bide ji xwarinê bireve dilgiran û xemgîr nebin. Bi ser hemdê xwe bin, mantiqa xwe bidine pêş, zadên cuda cuda bimezêxin, bibin keseke nimûne ya baş li xwe û xwarina xwe dinêre. Ji nav xwarinên bi tendurist ên we bihêlin bila zarokê we ya bi dilê xwe bibijêre.
HINEK REFTARÊN ZAROKÊ WE KU BI A WE KÊŞEDAR IN DIKARIN BÊNE QEBÛLKIRIN
Zarok sifreyê weke dikek e ku dikarin serxwebûna xwe lê nîşan bidin dibînin. Di pêvajoya pêşketinê de zarok dibe ku hinek danan paşguh bike, xwarinan bineqîne û nexwaze menûya nû biceribîne. Ev parçeyek vê pêlê ne. Ji bo zarokê xwe menûneyeke berfireh pêşkêş bikin ku bikaribe bi dilê xwe hilbijêre. Bi demê re zarokê we zadên ku jê re baş in dê bimezêxe. Ji bo zarok baş mezin bibe, jê re devereke ku pir cure xwarinên bi tendurist, malbateke bextewar û şêwazeke reftarên bi rêk û pêl pêwîst e.
Liv û tevger dil dibe xwarinê/îştahê vedike
Berî xwarinê bi beşdariya we jî çalakiyên (meş, gog lîstin, siwariya bisîkletê hwd) ên malbatî bêne pêkanîn dê hem tenduristiyê hem jî dilxweşiyê bi xwe re ji bo we bîne.
DI ZAROKAN DE DILNEBIJÎNÎ/BÊÎŞTAHÎ
Dilbijîn/îştah ew e ku mirov xwarinekê bi zewq û kêfxweşî bixwe. Zarokek pariyê devê xwe di devê xwe de bigerîne, ji bo bicû demê biborîne, xwarina di sîniya xwe de neqedîne di serî de divê fikarê li me çêke ka gelo nexweşiyeke fizîkî pê re heye an tune ye.
Bo nimûne; kelejana bilind, êşa guhan, êşa qirikê, nexweşiyên weke persîv û şewbê ku bêhnstandina li bêhnvedana jorîn enfeksiyon girtibe pêk tê, dihêle ku zarok xwe bi nazdariyê deyne. Demên weha zarok dibin ser bijîşkan û li gorî ew dibêje xwarinê didinê û tişta bi dilê wî bête kirin riya herî maqûl e.
Gava ku zarok nexweş be ne baş e ku bi kotekî xwarinê bidinê. Ji bo dilbijînê divê dayik û bav bizanibin ku ji zarokekî bo yê dîtir diguhere. Ji ber vê jî gava xwarinê didin zarokê xwe divê nedin ber zarokekî dî û nebêjin, yê filanê weha dixwe çima yê min weha naxwaze.
Çi tişt dikare bê kirin?
Gelek sebeb hene ku hinek zarok gelekî xwera bin hinek jî kêm xwera/bi îştah. Tiştên zarok di dinyaya xwe ya hundirîn de dijîn dibe ku bibe sebebê vê yekê. Metirsî, xem, nefret an jî çavnebariyeke ku li jêrhişa zarok bicîbûyî dibe ku wî ji xwarinê bibire û dilê wî naçe tu tiştî. Ji ber vê jî, gava sebeba zarokê nexwera tê vekolîn ligel vepirsînên li nexweşiyên organîk li nexweşiyên derûnî û psîkolojîk jî pirsîn têne kirin. Her weha heke xwarinên nebaş û nekêr bidinê, ew jî dibe sebeb ku zarok ji xwarinê bibire.
Li hember zarokek nexwera dikare çi bê kirin?
- Berî her tiştî divê zor li zarok neyê kirin ku li ser sifreyê xwarina xwe bixwe. Her zarokekî zerengiyeke wî ya xwarinê heye divê jê zêdetir neyê xwestin. Heke hûn ji şiyana wî zêdetir bidinê dibe ku zarok a zêde bavêje derve û verişe.
- Her zarokî li gorî asta mezinbûna wî asteke wî ya xwarinê heye. Bo nimûne, her ku sal ber bi pêş ve diçin dibe ku rêjeya berê werdigirt bi kêmê bikeve. Di dema nistêle û zirquretiyê de dibe ku rêjeya xwarinê dîsa zêde bibe.
- Berî danê xwarinê şekirok, çikolata, cips hwd jî rêgir in bo îştaha zarokan. Lê belê gava zarok birçî bû berî ku danê xwarinê bê divê xwarina wî bidinê. Heke ji zarokê birçî bê xwestin ku li benda danê firavîn/şîvê bisekine dibe ku îştaha wî biçe. Heke ku xwarin amade nebûbe, dikarin pêxwarinên bo wî baş kêmekê bidinê da ku bijê wî neçe û xwarina xwe bikaribe bixwe.
- A qenc ew e ku li ser sifreyê zarokî bihêlin ku ew bi xwe xwarina xwe bixwe, zorê lê nekin ku malê qirêj neke û bi hin rêgezan bike, wî rehet bihêlin, ev ê bihêle ku zarok pirtir li xwarin-xwarinê germ bibe. Hinek caran ji ber zora bo xwarinê lê dikin dibe sebeb ku zarok ji xwarinê sar bibe û dilê xwe nebê û ji ber vê ji xwarinê dûr bikeve.
- Heke zarok xwe li ser sifreyê gîro bike û xwarina xwe hêdî hêdî bixwe a qenc ew e tu tiştî jê re nebêjin. Di vê navberê de bi zarokî axaftin, çîrokgotin, henekkirin jî dibe sebeb ku xwarin xwarin jê re bi zewqtir û kêrfxweştir were.
- Lîsteyên xwarinê yên ku pêk tên ji xwarinên bi zanayî hatine hilbijartin û kêfa zarok bi wan tê zarokan bitenduristir dike. Ligel ku alternatîfên cuda cuda li ber zarokî vekin zadên pêwîst jî li ber çavên wî şirîn bikin û ba dilê wî xweş bikin dihêle ku zarok li van xwarinan jî germ bibe. Mebest ne ew e ku xwarinê bi zarokî bidin xwarin, armanc ew e ku xwarina bo zarok baş û bikêr bi wî bidine xwarinê.
- Têkiliyên endamên malbatê ên navxweyî li ser xwarina zarokî xwedî bandor e. Devjenî û dilsariyeke nav malê dibe sebeb ku zarok ji xwarinê sar bibe. Divê neyê jibîrkirin ku biçûk gelek ji mezinên xwe hez dikin, lewma bêhuzûriya navbera wan zarokî ji xwarinê dike. Çi ko zarok bi rewşa wan dilgiran dibe. Ji ber hindê divê mezin nehêlin zarok ji ber wan xemgîn bibin. Lew divê pirsgirêkên xwe bi wan nedin hesandin.
- Hinek caran çavnebarî û hesûdiya navbera zarokan jî wan ji xwarinê dike. Heke zarok nexwera be divê hûn bala xwe bidinê vê faktorê jî. Hinek zarok dixwazim tim bala her kesî li ser wan be, lewra nexwarin jî ji wan re dibe amrazek, divê dêûbav li vê jî baldar bin. Ji aliyê dîtir ve gava ku bira an jî xwîşkeke biçûk bo zarokî zêde bibe û dayik tim bi wê re mijûl be, hingê zarok dibe ku wek helwest rika xwe li xwarinê bigire û wê nexwe.
- Zarokê ji aliyê dayik an bavê xwe lêdanê dixwe an jî tim tê ezirandin jî îştaha wan tune ye. Zarok bi nexwarina şîvê dê û bavê xwe ceza dike. Gava dibîne dayik û bavê wî ji ber nexwarina wî aciz dibin kêfa wî tê û dibe ku ji bo vê yekê jî xwe ji xwarinê dûr bihêle.
- Li ser xwarinê heke behsa bûyerên diltezîn, xemgîn û dilgira bête kirin, heke behsa nehewyayî û şûmitiya zarokan bête kirin û lome li wan bêne kirin, ew bêne deqisandin dibe ku parî di qirika wan re bête hiştin. Divê li ser xwarinê axaftinên pê acizî çêbe neyêne kirin.
- A qenc ew e ku hindî zarok bikaribe bixwe xwarinê têkin sîniya wî, heta piç pîçe têkinê ku her ku ew biqedîne dîsa dagirin hingê zarok ji ber xwarinê pîroz bikin, ev ê wî pirtir lê germ bike.
- Rêbazeke dîtir ku zarok li xwarinê germ bibe, wî bi xwe re bibin derve li ber hewayê xweş bila ji xwe re bigere, bileyîze. Ev yek dê dilê zarokî li xwarinê veke.
- Gava ku zarokê we hêj çiçikan dimije û şîr dixwe zikê wî têr dibe, divê ev yek bi nexweriyê re neyê têkelkirin. Hingê hûn dikarin şîrê wî piçekî kêmtir bikin û xwarinê zêdetir bidinê.
- Divê hûn xwarinan baş bikelînin û li gel vê dêhna xwe bidinê ku girar zêde germ û zêde sar nebe.
- Li ser xwarinê a qenc ew e ku hûn derbarê usûl û şêwaza xwarinê de zêde dirêj nepeyivin, hişyariyên xwe jî bi uslûbeke sempatîk bikin. Ev ê zarok baştir li xwarinê xweş bike.