|
Son Güncelleme: 07.05.2021 12:56
Ji Bernamegeh hejmara çarem
Hejmara çaran a Kovara Bernamegeh ya çand, hûner û edebiyatê derket. Di vê hejmara kovarê ya çaremîn de gellek nivîskar, nivîs û helbestên xwe parve kirine.
Di vê hejmara kovarê de Jan Dost meseleya duzimaniyê û têkiliyên serdestî û bindestiyê, Occo Mahabadî li ser Dîroka Mewlûdên Zazakî, Hesenê Metê çîroka bi navê “Xezeba Xwedê” û Mistefa Aydogan jî li ser Helebceyê nivîsiye.
Herwiha 43 nivîskar, çîrok û helbest ji bo kovarê nivîsandine. Di nav van nivîskaran de Lîda Gerdenzerî, Îkram Oguz, Lokman Polat, Rûbar Elî, Hêvî Hêvîdar, Evîn Hesen, Memê Mikî jî heye. Ji bo kovarê hûn dikarin vê nîşeyê bitikînin û bixwînin:
https://www.bernamegeh.org/2021/05/02/hejmara-caremin-ya-kovara-bernamegeh-derket/
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.