BDP GEVER
Em di destpêkê de cejna Remezanê bi giştî li alema îslamê û li gelê me bi dilûcan pîroz dikin.
Wek tê zanîn dîroka îslamê ji bo gelê me rojeke gelek girîng û pîroz e. Her cejnekê wateyek xwe ya mezin heye, wateya herî sereke jî wekhevî û biratiye. Ev cejnên pîroz li ser axa îslamê tên pîrozkirin, lê mixabin îro li ser vê xakê birakujî, xeyanet û dijminatiya mirovahiyê di asta herî jorî tê jiyankirin. Wek tê zanîn xaka me sed salane bindest e û her tim tê gulebarankirin û talankirin. Dagirkeran ji bo berjewendiyên xwe erdnîgariya me talankirine, ji bo destxistinên biçûk bi sedan mirov hatine qetilkirin û xwezaya pîroz tarûmar dikin. Dagirker vê polîtikaya xwe ya qirêj sed salane dide meşandin. Em jî wek gelê bindest li hemberî wan xwînmijan heya dawiyê em ê têkoşîna xwe xurt bikin, berxwedan û yekitiya gelan bidin avakirin.