DBP YÜKSEKOVA İLÇE BAŞKANLIĞI
Her cejneke nû ji bo civak û neteweyan hêvî ye. Her wiha ji bo neteweya kurd jî hêvî û pêşeroj jiyaneke xweser û demokratîk e. Di jiyana xweseriyê de nasnameyeke azad, zimanekî azad, çandeke azad û jiyaneke birûmet heye… Bi van hest û ramanên xwe yên germ, em cejna tevahiya gelê xwe û mirovahiyê, bi taybet jî ya gelê Kobanê yê rêzdar pîroz dikin. Em hêvîdar in Cejna Qurbanê wê bi azadî, aşitî, wekhevî û biratiyê bê xemilandin. Silav û rêz.