Bi salane gelê Kurd cejnan bi kul, êş, keder û xemgîniyan derbas dike. Her çiqas cejnan bi nimûdiya xwe ya aştî, aramî û wekheviyê hebe jî, lê mixabin di erdnigariya Kurdistanê de bi pêkanên derveyî sinc û rêbazên mirovahiyê her cûre hovitî, êrîş û komkujiyên bi wehşane tên jîyankirin.
Îro jî, li Rojavayê Kurdistanê birîneke bi xwîn di wijdan û dilê mirovahiyê de cih digire. Li wir bi piştgirî û pêşengtiya dewlet û hêzen serdest ve, li ser gelê me yê mezlum û bêparastin, bi êrîş û pêkanên herî bi wehşane kuştin, talankirin, tecawuz û komkujî rewa tê dîtin. Di despêkê de em wan pêkan û êrîşên ku li Rojavayê Kurdistanê tên jiyankirin rûreş û şermezar dikin. Bi heman awayî bêdengî, kerî û lalitiya hêz û dewletên serdest jî didin diyarkirin ku, ew jî hevkarên wan êrîş û komkujiyan in.
Bi wan hestan, bi dilê kovan û xemgîn cejna Remezanê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Hêvî dikin ku di pêşengtî û berxwedena Rojava de, bi taybetî gelê Kurd û hemû gelên bindest dê azad bibin û jiyanek bi serfirazî, aramî û bextewarî bijîn.
Kurdî-Der / GEVER