BDP İLÇE TEŞKİLATI
Cejn; ji bo hemû gelan nirxekî pîroz e.Ew nirx, ji bo hemû bawermend û oldaran wek nimûdiya aştî, biratî,aramî û li hevhatinê tê hesibandin.Lê mixabin di erdnigariya me de ew cejn ne bi wateya xwe bi şer , girtin, kuştin,zilm,dagirkerî û binpêkirina mafan de tê derbas kirin.Ew jî dibe sedema xemgînî , dilêşîn û kowandarî yê .
Bi taybetî wê cejnê de xemgînî,dilêşî û kowandarî ya gelê me ê kurd hêj zêdetir e.Bi sedan keç,xort û lavên gelê kurd ji ber ku zimanê xwe ê zikmakî,bi rasteqîniya xwe, bi rûmeta xwe û bi hemû nirxên xwe ên neteweyî we jiyanekî rêzdar bijî,bedenên xwe danîne li ber mirinê.Em çalakiya wan hevalên xwe ên girtîgehan de ji dil silav dikin û bi wê dilxemgîniyê, cejna gelê xwe piroz dikin.