Her sersaleke nû ji bo civak û neteweyan hêvî û pêşeroj e. Her wiha ji bo neteweya kurd jî hêvî û pêşeroj jiyaneke xweser û demokratîk e. Di jiyana xweseriyê de nasnameyeke azad, zimanekî azad, çandeke azad û jiyaneke birûmet heye…
Bi van hest û ramanên xwe yên germ, em sersala tevahiya gelê xwe û mirovahiyê, bi taybet jî ya gelê Geverê yê rêzdar û xoşewîst pîroz dikin. Em hêvîdar in sala 2011’ê wê bi azadî, aşitî, wekhevî û biratiyê bê xemilandin.
Silav û rêz.
TEVGERA ZIMAN Û PERWERDEHIYÊ
KURDÎ DER / GEVER